Li bajarê Xûrmatû yê ser bi wîlayeta Selahaddînê, aloziya di navbera pêşmergeyan û mîlîsên Heşd El Şebî de, bi rojan dewam kir. Bi armanca çareserkirina pirsgirêkê, alî li Bexdayê hatin cem hev û biryar da ku hêzeke hevpar ava bikin.
Ji bo pirsgirêka di navbera hêzên pêşmerge û mîlîsên Heşd El Şebî de bê çareserkirin, duh alî li hev civiyan. Parlamenterên Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmergeyan û rêveberên Heşd El Şebî hevdîtin kirin û li rêyên çareseriya pirsgirêkan geriyan.
Di encama nîqaşan de li ser sê mijaran li hev hat kirin. Xalên li ser li hev hatiye kirin; avakirian hezeke hevpar ji Pêşmerge û hêzên Heşd El Şebî, pevguhertina dîlgirtiyên di destê her du hêzan de û tazmînkirina zerarên ji ber bûyerên di rojên dawî de qewimîn.