9 şervanên YPG/YPJ’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif jî di nav de bi hezaran kesî cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê bi yên di berxwedana rizgarkirina gundewarên Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif jî di nav de bi hezaran kesî cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê bi yên di berxwedana rizgarkirina gundewarên Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Hevseroka Kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê jî di nav de bi hezaran şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê bi armanca wergirtina cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Sultan Narîn (Tûkoşîn Licê), Soner Barîn (Berxwedan Botan), Sadetîn Ozbahcecî (Merwan Dêrik), Kajîn Hesen (Metîn Zerdeşt), Sabir Aybar (Rustem Zelal), Harun Turk (Şiyar Amed), Mehmet Bîrgul (Aram Amed), Mazlum Guney (Husên Botan) û Yusuf Babaî (Diyako Îlam) ên di şerê rizgarkirina herêma Başûrê-rojavayê Hesekê de jiyana xwe ji dest dane, li ber Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê kom bûn.

Girseya qelebalix ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanan û alên Kurdî hilgirt û bênavber dirûşmên dilsoziya bi hêzên YPG, YPJ’ê û silavkirina berxwedna HSD’ê ya di eniyên şer de berz kir, piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve derketin rê.

Di rêya ketina goristanê de girseya ku bênavber dirûşm berz kirin cenaze hilgirtin ser milan û ber bi goristanê ve meşiya. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm ku hat lidarxistin, deqeyek rêzgirtin pêk hat. Paşê yek ji fermandarên YPJ’ê ya herêma Dêrikê Lorîn Efrîn axivî û hemû şervanên azadiyê yên ji bo azadiya gelê herêmê canê xwe feda kirin bi bîr anîn û rizgarkirina Şengal û Holê ji çeteyên DAIŞ’ê li hemû gelê herêmê pîroz kir û soz da ku wê hemû berêmê ji komên çete paqij bikin.

Efrîn di berdewama axaftina xwe de berxwedana 9 cangoriyan bibîr xist û got ku şervanan di şerê li dijî komên çete fedakariyeke mezin nîşan dane û di rizgarkirina herêmê de rola wan gelekî bi bandor bû.

Efrîn di dawiya axaftina xwe de careke din rizgarkirina Şengalê li hemû gelê Êzidî, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û soza şopandina rêya cangoriyan da.

Di berdewama merasîmê de her wiha Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif axivî û di serî de sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got: “Şervanan ji bo rizgarkirina Holê û Şengalê bi ked û têkoşîna cangoriyan pêk hatiye.”

Yûsif, Îdîayên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê yê dema wî ya serokatiyê bi dawî bûye Mesûd Barzanî rexne kir û got: “Barzanî îdîa dike ku pêşmergeyên wan Şengal rizgar kirine. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, pêşmergeyên wan reviyan û jinên Şengalê û hezaran welatên Şengalê di destê komên çete yên hov de hiştin. Jinên Şengalê li bazarên Mûsil hatin firotin, rastî destdirêjiyê hatin, niha jî berxwedana gerîlayan û gelê Şengalê ya rizgarkirinê dikin a xwe.”

Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kamîran Qamişlo axivî û soz da ku wê gelê Kurd heta dawiyê şopdarên rêya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê bimeşin.

Piştî axaftinan sicîlên şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşman spartin axê.