Fermandariya YPG/YPJ'ê ji gelê Fransayê re sersaxî xwest

Fermandariya YPG/YPJ’ê bi daxuyaniyekê ji gel û hikûmeta Fransayê re sersaxî xwest û got ku ew ê ji aliyê xwe ve şerê li dijî terorê heta dawiyê dewam bikin.

Fermandariya YPG/YPJ’ê bi daxuyaniyekê ji gel û hikûmeta Fransayê re sersaxî xwest û got ku ew ê ji aliyê xwe ve şerê li dijî terorê heta dawiyê dewam bikin.

Fermandariyê der barê êrîşên li dijî Parîsê DE daxuyaniyek da raya giştî û hevgirtina xwe bi hikûmet û gelê Fransayê re diyar kir.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"Di 13’ê Mijdara 2015’an de paytexta Fransa Parîsê rastî êrîşeke terorîstane ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat. Di encamê de zêdetirî 100 kes bûn qurbanî û bi dehan kes birîndar bûn.

Wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin em ji hikûmet û gelê Fransayê re sersaxiyê dixwazin. Di vê êş û xemgîniyê de em li rex hikûmeta Fransa, gelê Fransî  û malbatên qurbaniyan disekinin.

Ev êrîşa terorîstane diyar dike ku DAIŞ’a terorîst xetereyeke mezin li ser tevahiya mirovahiyê ye, ev teroreke cîhanî ye û divê hêzên navneteweyî bêhtir li dijî wê bisekinin.

Wekî Fermandariya YPG û YPJ’ê em dibînin ku serketinên yekîneyên me yên li dijî DAIŞ’ê di heman demê de serketinên tevahiya mirovahiyê ne, serketinên ronahiyê li hemberî tarîtiyê ne.

Em rola Fransaya di şerê li dijî DAIŞ’ê de girîng dibînin. Di şerê li hemberî terorê de em piştgiriya gelê Fransa û hikûmeta Fransî dikin. Em ji aliyê xwe ve şerê li dijî terorê dewam bikin heta ku em dawiyê lê bînin. Em ji xwedan ku sebirê bide malbatên qurbaniyan û ji bo birîndaran jî şîfaya lezgîn hêvî dikin."