Li diyarê Derwêş û Edûlê stranên azadiyê hatin gotin

Mîna coşa cejnê em bi pêş de diçûn. Rastiya li pêşiya min; ji nû ve zindîbûna bajarekî mirî bû. Di her gavê de wêneyekî nû, di her gavê de jiyaneke nû xwe dida der.

Dema ji Barê min berê xwe da xaka pîroz Şengalê, hovîtiya qewimî mîna şerîda fîlmekî di pêş çavên min re derbas bû. Şopên qirkirinê yên ne kêmî serdemên kevin... Jinên hatin revandin û li bazaran hatin firotini yan jî çi extiyar çi ciwan çi jî zarok hiştina ewçend mirovan di nava lepên mirinê de, yan jî dîrokek veguherî xirbeyekî? Vaye ez niha li wir im. Dema li bendê me xwe berdim nava wê dîroka ji hev hatiye xistin, xwe berdim nava diyarê Edûlê û Derwêş, xwe berdim nava xaka 12'an lê şer kirin, lê temaşe dikim. Dema li bendê bûm, kêm mabû bihata. Berê her kesî li navenda Şengalê bû. Li hemberî komkujiyên hatin kirin, pêngava tolhildanê destpê dikir. Û vaye ew kêlî... Kom bi kom ketin ser rê ji bo xwe berdin nava Şengalê. Hesta tolhildanê ya li ser rûyê her kesî mezintir dibû. Komên destpêkê diçûn cihê xwe û berê xwe didan jêrê, didan navenda Şengalê. Ez jî bi komekê re daketim. Li vê xaka min pê lê dikir, gelek mirov hatibûn qetilkirin. Careke din ket bîra min ku ez bi cîhaneke ji mirovahiyê mehrûm hatiye hiştin re rû bi rû me. Li derdora me, ji bilî xaniyên hilweşandî tiştek nemabû. Gava min li derdora xwe dinêhirî min nedixwest wan mirovên ji vê yekê mehrûm mane bibînim, ku min ew mirovên rûmeta wan li bedena wan nedihat dît. Min civateke mirovan dît ku ji nirxên mirovahiyê qut û bi bêhurmetî nêzî keda mirovan dibûn, dît. Bêguman ji ber ku ya li bendê bû pêk nehat, PDK'ê hêrsa xwe bi weşandina nûçeyên derew re hewl da vebêje. Lê belê cîhan hemû dizane ku di wan kêliyên komkujiyê yên li mirovahiyê nayên de, partiya ku berê xwe ji civaka Êzidî zîviran û reviya PDK bû. Ya rast; yên ku li Şengalê li ber xwe dan, li çeperên herî pêş cih girtin û bi hesta tolhildanê bêteredût bi awayekî fedaî berdêl dan hêzên HPG û YBŞ'ê bûn.

Encama dayîna berdêlan a bêteredût, bi xwe re azadiya Şengalê anî. Alên PKK, HPG û YBŞ'ê yên li navenda Şengalê hatin vekirin, sembola vê yekê bûn. Soz bicih hat anîn û ev serketina di rêya azadiyê de hat bidestxistin, diyarî şehîdan û civaka me ya Êzidî hat kirin... Dem hatibû ku em bikevin ser rê. Di roja duyemîn de, gerîla û hêzên YBŞ û YPJ Şengal dema li ser girekî bilind kom bi kom civiyan û li bajêr temşe kirin, min hîs kir ku çi difikirin. Jiyan mîna vê kêliyê, ti carî ewçend nêz û dûr nebûbû. Êdî dem dema birêketinê bû... Gava kom bi rê ketin, ez pê hesiyam ku di nava koma herî dawî de me. Dema bi lez û bez min da dû koman, şervanên azadiyê ji mêj ve xwe berdabûn nava bajêr. Min hewl da wê kêliyê li objektîfa makîneya xwe ya wêneyan bineqişînim. Dema li nava xaniyên hilweşandî, li nava kolanên teng de dimeşiyam, di heman demê de tabloya rasteqîn derdiket pêşiya min. Malên hatin hilweşandin û dîroka hat hilweşandin, rastiyeke bi êş bû ku hewl dihat dayîn bê qedandin. Di her gava xwe ya ber bi pêş de, rastiya dilşewat hîn bêhtir xwe nîşan dida. Ji aliyekî ve bi çavên bi hêstir li dîrokê dinêrîm, li aliyê din jî mehdê min ji cenazeyên çeteyan ên ji aliyê şervanên azadiyê ve hatin kuştin, dixeliya.

Di vê xaka pîroz a dergûşma mirovahiyê de gav bi gav em bi pêş de çûn û me xwe gihandine embara genim ku jê re saylon tê gotin. Beriya her tiştî alên şervanên azadiyê yên li ser saylonê çikandibûn û li ba bûn, derketin pêşiya me. Dûre li kolaneke din a hinekî dûrî saylon, min dît ku komek gerîla endamekî DAIŞ'ê bi birîndarî zevt kirine. Bi kişandina vî wêneyî re min xwest têkoşîna şervanên azadiyê yên rasteqîn, nîşan bidim. Ev rastî rastiya mirovên ji bo vê xakê şer dikin bû. Gava li van difikirîm, komeke gerîla bi konvoyên ji wesayîtan, bi qîrîna dirûşmên azadiyê hatin ber bi aliyê saylonê. Dûre gerîla û şervanên YBŞ-YPJ Şengalê yên berê çekên wan li ezmanan bû, ji wesayîtan daketin û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" li ber saylonê civiyan. Şervanên azadiyê li ber stranên gerîla ji mêj ve dest bi gerandina govenda azadiyê kirin. Dirûşme kêm nedibûn. Gerîlayek bi gotina 'dem hatiye em vê kêliyê ebedî bikin' hemû şervanên azadiyê li hev civan û wêneyên dan kişand. Piştî kişandina van wêneyan, derketim ser avahiya saylon. Rastiya dilşewat li pêş çavên min bû. Min, dîmenê bi dûxan ê bajêr û dîroka hewl dihat dayîn bê tinekirin, li makîneya xwe ya wêneyan dineqişand. Dûre di nava bajêr de em ber bi herêmên ji aliyê şervanên azadiyê ve hatin kontrolkirin ve bi pêş de diçûn. Li aliyekî xaniyên hatin hilweşandin û cenazeyên çeteyan hebûn, li aliyê din jî alên şervanên azadiyê. Mîna coşa cejnê em bi pêş de diçûn. Rastiya li pêşiya min; ji nû ve zindîbûna bajarekî mirî bû. Di her gavê de wêneyekî nû, di her gavê de jiyaneke nû xwe dida der.

Li gel dirûşmên bi coş û kelecan, pê hesiyam ku dema çûyînê hatiye. Bi bandora tiştên min du rojan li îbadetgeha pîroz dît û jiya, me berê xwe dan çiyê.