Şervanên azadiyê gundê Meydana azad kirin

Hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê, gundê Meydana yê Şilo azad kirin.

Operasyona hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê ya li derdora Şengalê bênavber dewam dike.

Gerîlayên HPG/YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ Şengalê, ku piştî azadkirina navenda Şengalê giranî dan ser operasyonên li herêmên derdorê, duh li gundên li herêma Şîlo operasyona azadkirinê dabûn destpêkirin. Şervanên azadiyê îro gundê Meydana azad kirin.

Li çarrêya Reqqa-Mûsil-Hesekê-Şengalê, li nuqteya asayîşê ya ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye, şerekî dijwar diqewime.