Diyarê Edûlê û Derwêş êdî azad e
Ji Sinûnê dema em di nava gelî de derbas dibûn, ya ku destpêkê bala min kişand, posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan ê li ser pala Çiyayê Şengalê hatiye çêkirin bû...
Ji Sinûnê dema em di nava gelî de derbas dibûn, ya ku destpêkê bala min kişand, posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan ê li ser pala Çiyayê Şengalê hatiye çêkirin bû...
Duh danê nîvro ez gihaştima xaka ku eşqa pîroz a Edûlê û Derwêşê Evdî lê hat jiyîn. Ji Sinûnê dema em di nava gelî de derbas dibûn, ya ku destpêkê bala min kişand, posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan ê li ser pala Çiyayê Şengalê hatiye çêkirin bû. Gerîlayên ku di 3'ê Tebaxê de bi hawara gelê Şengalê de hatibûn, ew poster dabûn çêkirin. Li aliyê çepê yê poster, bexçeyekî li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye çêkirin hebû. Bexçeyekî mutewazî bû. Li ser deriyê bexçe jî wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Xuya M. Barzanî dema ji bo daxuyaniyê bide hat jorê Şengalê, ew posterê mezin dîtiye. Dibe ku hêrsa xwe jî ji ber vê be. Ji ber vê yekê got, "hêzeke din nîne yan jî li ser rûyê erdê hêzeke din şer nekir."
Piştî ku me posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li çiyê hat neqişandin û bexçeyê mutewazî li dû xwe hişt, wesayîta me ber bi çiyayê Şengalê ve hilkişiya.
Bi vê yekê re li her deh, panzdeh metreyan komên ji konên Êzidiyan xuya kirin, ku extiyar li pêşiya wan rûniştî bûn û zarok jî ji xwe re dilîstin. Heta quntarê çiyayê Şengalê dibe ku bi sedan ji van kampên biçûk ên konan hebûn. Di çavê extiyarên li pêş konan rûniştîbûn, xemgînî, tirs û seknek hebû. Ji ber ku şopdarên Derwêş û Edûlê dest bi pêngava azadkirina Şengalê kiribûn. Sekna wan ji ber vê bû.
Dema gihaştim serê çiyê, min li Şengalê pirsî. Hevalê min ê rojnamevan Mehdî Dogan ji karavana lê dima derket derve û çend metre ber bi jêrê, ber bi rê ve meşiya. Min da dû wî. Cihekî deştê ku jê dûxan bilind dibû nîşan da û got, Şengal ew der e. Cihê ku Mehdî nîşan da, dûxan jê bilind dibû, dengê çek û teqînê jê diaht. Min jê pirsî, çima dûxan jê bilind dibe, wî jî got, "Çete tengav bûne, hewl didin birevin. Dema direvin jî ji bo neyên dîtin, mal, kargeh her tiştên li bajêr dişewitînin."
Min jê pirsî ku kengî dikarim xwe bigihînim nava Şengalê. Min dizanîbû ku beşek ji bajêr di destê gerîlayên HPG'ê û hêzên ser bi Fermandariya YBŞ'ê de ye. Min xwest biçim wê derê. Lê belê Mehdî got ku reş ketiye, di vê hewayê de nebaş e ku biçe, sibê zû ew ê biçe.
ŞERVANÊN AZADIYÊ GAV BI GAV BAJAR JI ÇETEYAN PAQIJ KIRIN
Ji ber kêfxweşiya hatina Şengalê şevek berî wê nikarîbûm razêm. Şeva ez li cem Mehdî mam jî, ji ber kelecana daketina navenda Şengalê ez nikarîbûm rakevim. Û taliyê bû sibeh. Ji saet şeşan û pê ve li benda wesayîta bê min bibe, mam. Saet derdora heftan wesayît hat. Dema wesayît hat di heman demê de agahî ji me re hat ku hêzên HPG-YBŞ'ê taxa Til Qeseb a li rojavayê Şengalê azad kirine. Li ber ajokar geriyam ku min bibe wê derê. Ajokar bi lez û bez di nava panzdeh deqeyan de em gihand cihê ji aliyê hêzên HPG û YBŞ'ê ve hatiye rizgarkirin. Heta min xwe gihand wê derê, gerîlayên HPG û hêzên YBŞ'ê berê xwe dabûn navenda bajêr. Min ji gerîlayekî li wê derê xwest, min bigihêjîne wan. Li navenda Şengalê li dû gerîlayekî mîna ku bi bezim min dest bi meşê kir. Mîna ku dibeziyam. Ji ber ku xaka ji eşqa Edûlê û Derwêş û xaka bi xwîna Êzidiyan a di 73 fermanan de hat rijandin hat avdan, gav bi gav ji çeteyan dihat paqijkirin û min jî ew dişopand. Dema bi gerîlayê rêbertî ji min re dikir re me xwe giahnd navenda bajarê Şengalê min dît ku baskekî gerîla û baskekî YBŞ'ê ji bakur ve ketine nava bajêr. Çend kes li navendê hiştin û rêya xwe dewam kirin. Hevdu hişyar dikirin ku pêkane mayîn û çete mabin. Hêzên gerîla û YBŞ'ê ber bi rojhilat ve bi pêş de diçûn. Armanca wan, nuqteya herî stratejîk a Şengalê, Embarên Genim bû. Bi carekê ve me gihaştin embarên genim. Yek ji gerîlayan, mîna tîra ji kevan derketî ji pêlikan hilkişiya. Bi carekê ve xwe gihand ser serê embaran. Di destekî wî de ala HPG'ê, di destê din de jî posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Di wê kêliyê de gelek gerîla û hêzên YBŞ'ê yên li jêrê jî dirûşma "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bijî Serok Apo", "Bijî Şengala Azad" qîriyan. Tilîliyên gerîlayên jin û şervanên YPJ Şengalê gihaştin ezmanan.
Bi qasî nîv saetê em li ber embarên genim sekinînin. Ez jî derketim ser vê avahiya bilind û min Şengalê temaşe kir. Şengal xemgîn bû. Ji ber ku tê de mirovekî ji gelê wê nebû. Çeteyan mirovekî bi tenê jî nehiştibûn. Jin, zarok, extiyarên bajêr, piranî hatibûn qetilkirin. Yên ji komkujiyê filitîn jî xwe li Çiyayê Şengalê girtibûn. Li pêş çavên min bajarekî ji xemgîniyê serberjêr hebû. Lê êdî azad bû. Zarokên wê ew ji zilm û komkujiyê rizgar kiribû. Tevî ku pêşmergeyan di 3'ê Tebaxê de ew terikandin jî, zarokên Şengalê li ber xwe dan, Şengaliyên xwe li çiyê girtin parastin û îro jî Şengala xwe azad kirin. Di her bihosta wê de zarokên Şengalê şer dikirin û gav bi gav bi pêş de diçûn.
Dema ji ser avahiya embarên genim daketim xwarê, min dît ku çend pêşmerge jî hatine. Pêşmergeyan gotin, "Em dixwazin hilkişin jorê û ala xwe daliqînin". Fermandarê gerîla Botan Şengal jî got, "Ev der ya gelê Şengalê û ya me hemû Kurdan e. Fermo hilkişin". 2 saet piştî azadkirina embarên genim, pêşmerge hatibûn. Piştî demekê bi komeke mezintir hatin. Yekî ji wan got, "Ez Qasim Şeşo me". Botan jî got, "Şeşo Beşo nizanim. Eger armanca we bi tenê daliqandina alê be fermo daliqînin. Na eger armanca we ne e be, em ê we nêzî vir nekin." Şeşo got, "Ev der saziya fermî ya hikûmeta me ye. Saziya gelê Şengalê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ala xwe daliqînin". Botan jî jê e got, "Dema we dest jê berdan û hûn çûn, çima we hingî negotin. Niha hat bîra we". Yek ji gerîlayên ku fêm kir wê ev nîqaş dirêj dewam bike, ji Qasim Şeşo re got, "Eger pirsgirêkek we heye, ne bi me re. Li Jorê berpirsyarê me hevalê Egîd heye, biçin pê re biaxivin" û nîqaşa li vir qedand. Di heman demê de gerîla û hêzên YBŞ'ê pêş de çûna xwe ya ber bi rojhilat û bakur ve dewam kirin. Li bajêr cihek nehiştin ku xwe negihandin. Ez jî li dû wan dimeşiyam. Di vegera ji embarên genim de bi hîn baldarî min li derdorê temaşe kir.
LI BAJÊR ŞOPA HOVÎTIYA ÇETEYAN HEBÛ
Li her devera bajarê Şengalê yê pîroz, şopa hovîtiya DAIŞ'ê hebû. Bajar êdî ne mîna bajarekî bû. Yek ji hovîtiyeke li vê derê, nêzîkatiya çeteyan li hemberî cenazeyên mirovên hatibûn qetilkirin bû. Dema li nava enbar digeriyam, min careke din ev hovîtî dît. Çeteyên barbar, cenazeyên du gerîlayên ku berî du mehan qetil kiribûn û cenazeyên wan ketibûn destê wan, li dîwarên enbaran daliqandibûn. Cihekî pêşberî cenazeyan jî, xuya bû ku cihekî lê radizên û xwarinê dixwin. Ev barbariya çeteyên DAIŞ'ê mirov ditirsand.
Di ser hatina min a navenda bajarê Şengalê yê hat azadkirin re pênc saet derbas bûbû. Di nava van pênc saetan de ez li gelek taxan geriyam. Ji nava kolanan derbas bûm. Li nava sûkê geriyam. Ya ku min li Şengalê dît, belgeya hovîtiya çeteyan bû. Sûk û dikan hemû hatibûn talankirin. Malên ku nedizîbûn jî tevlîhev kiribûn. Hin ji wan jî benzîn bi ser wan ve kiribûn û şewitandibûn. Li navenda bajêr, li ser rêyên bingehîn bi sedan lastîkên wesayîtan li hev civandin û şewitandin. Ji gelek cihan hînê dûxan radibû. Mal ji aliyê çeteyan ve hatibûn şewitandin. Li Şengalê min maleke bi tenê ya ku camên xwe neşikiyaye nedît. Mirov di nava bajêr de nebûn. Belê yên karîbûn birevin reviyabûn, lê yên nikarîbûn, êsîr ketibûn destê çeteyan. Hin jê li bazaran hatin firotin, hin jî hatin qetilkirin.
Li navenda bajêr min ti heywan jî nedît. Min meraq kir, gelo ewqas heywan bi ku ve çûne. Nepêkane ku hemûyan bajar terikandibin. Dema li nava kolanan geriyam, min hovîtiyek di vî warî de jî dît. Li her kolana jê derbas dibûm, yek an jî çend pisîk û kûçikên bi guleya hatin kuştin, dît. Çeteyên DAIŞ'ê ewqasî ji Êzidiyan aciz bûbûn û bi hêrs bûn, ku pisîk û kûçikên wan jî qetil kiribûn.
Beriya niha li Heleb, Efrîn, Serêkaniyê, Atmê û gelek cihên din, min ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê re şahidî kiribû. Komkujiya li her derê xwedî taybetmendiyekê bû. Lê belê ya ku min li Şengalê dît, ji yên din gelekî mezintir bû.
ŞENGAL A PÎROZ ÊDÎ AZAD E
Piştî gera pênc saetan ez çûm taxa bi navê Sûka Jor.
Derketim ser avahiyeke bilind a taxê û demekê min li Şengalê temaşe kir. Dûxanên reş ên duh jê bilind dibû, êdî tinebû. Ji ber ku Şengal êdî azad bû. Çete ya hatibûn kuştin yan jî reviyabûn û bi vî rengî ji xaka Şengal a pîroz hatibûn qewirandin.
Berî tarî bikeve erdê, ji bo derkeve çiyayê Şengalê li wesayîtê siwar bûm. Şervaneke jin a ku emrê xwe derdora 20 salî bû, wesayît diajot. Dema em berjor dibûn, ji jorê ve konvoyeke gelekî dirêj hat dîtin. Me wesayît li kêlekê sekinand û li konvoyê temaşe kir. Dûre em hîn bûn ku konvoy a M. Barzanî ye. Ji bo daxuyaniyê bide, li yek ji girên jor sekinîn. Û bi înkarkirina gerîla û hêzên YBŞ'ê yên ji 3'ê Tebaxê û vir ve şer dikin û Şengalê diparêzin, dest bi dayîna daxuyaniyê kir. Halbûkî mirov bi tenê qala du rojên dawî jî bikin wê bê dîtin ku gerîlayên HPG'ê û hêzên YBŞ'ê bi şer Şengal azad kirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kolanên Şengalê û Enbarên Genim daliqandibûn...
Dema şer kirin jî, gelek cenazeyên çeteyan bi dest xistin. Dest danîn ser 3 wesayîtên zirxî yên bi tîma Hummer ên çeteyan. Cara yekemîn endameke DAIŞ'ê ya jin teslîm girtin. Tevî vê jinê, endamekî mêr ê DAIŞ'ê jî girtibûn.
Piştî ku hinekî li daxuyaniya wî temşa kir, me rêya xwe dewam kir û hatim cihê hevalên min ên rojnamevan lê ne. Li pêşberî me Şengal a ji eşqa Edûlê û Derwêş hebû. Lê ji bilî gerîla, şervanên YBŞ û li hin cihan pêşmerge, kesekî din tinebû. Dîsa jî Şengal azad bû. Êvarê bi dilrehetî raketim.