YPG: 2 çete hatin kuştin, wesayîtek hat rûxandin

Di operasyona li başûrê Cerablusê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên di nav amadekariyên êrîşê de bûn hat lidarxistin 2 çete hatin kuştin, wesayîteke wan jî hat rûxandin.

Di operasyona li başûrê Cerablusê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên di nav amadekariyên êrîşê de bûn hat lidarxistin 2 çete hatin kuştin, wesayîteke wan jî hat rûxandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG’ê 11’ê Mijdarê li hember komek çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Cerablusê amadekariya êrîşê dikirin operasyonek li dar xistin. YPG’ê da xuyakirin ku di encama operasyonê de 2 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî ya çeteyan jî hat rûxandin.

YPG’ê destnîşan kir ku 11’ê Mijdarê çeteyên El Nusra û Ehrar El Şam li dijî gundên Basufan û Baey ên giredayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi topên hawan û çekên giran erîş li dar xistin, êrîşa çeteyan hîn jî bi navber berdewam dike.