Li navçeya Elkê ya bi awayekî zêde sewqiyata leşkerî hat kirin, ketin û derketina navçeyê hat qedexekirin. Hat ragihandin ku Goristanên Kûrtay Feraşîn û Şehîd Mehmet Goyî yên li Çiyayê Kato û Zozanên Feraşîn tên bombekirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji Wan û Colemêrgê ku bi awayekî zêde sewqiyata leşkerî tê kirin, ji saetên sibehê ve ketin û derketina navçeyê hat qedexekirin. Hat ragihandin ku ‘Şehîdgeha Kûrtay Feraşîn’ û 'Şehîdgeha Şehîd Mehmet Goyî’ yên li Çiyayê Kato û Zozanên Feraşîn ji aliyê helîkopteran ve tên bombekirin.
Her wiha heyeta Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk jî di nav de ku xwest biçe herêmê tê astengkirin.