Partî û rêxistinên Rojavayî berxwedana Farqînê silav kirin

22 partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Suryanî û Ereb ên li Rojava, daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelê Farqînê.

22 partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Suryanî û Ereb ên li Rojava, daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelê Farqînê.

Daxuyaniya partiyan wiha ye:

"Gelê me li Bakurê Kurdistanê li Farqînê di bin komkujiyê de ye. Ev 9 roj in Farqîn bi tank, top û hawanan dihat bombekirin. Herî dawî bi helîkopteran Farqîn tê bombekirin. Li gorî çapemeniyê em temaşe dikin diyar e ku ew çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê çawa ku li Rojavayê Kurdistanê li Kobanê, Serêkaniyê, Girê Spî û Şengalê li hemû deveran li ser gelê me xwest komkujî pêk bîne, îro jî li Farqînê di operasyonê de cîh digirin. Em weke hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê, berxwedana gelê me yê Farqînê û tevahî Bakurê Kurdistanê bi rêzdarî pêşwazî dikin û pîroz dikin.

Li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe hem êşa gelê Kurd hem jî coşa gelê kurd yek e. Gelê me li hemberî vê hovîtî û komkujiyê divê ti caran bêdeng nemîne. Gelê kurd wê her tim li dijî siyaseta qirêj a li hemberî wê tê meşandin xwedî helwest be û ji tekoşîn azadiya xwe gav şûnde ne avêje. Li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve siyasetek zehf xeter tê meşandin. Dewleta Tirkiyeyê çawa ku faşîstên DAIŞ’ê li Kobanê, Şengal û tevahiya Rojava li dijî gelê Kurd û mirovahiyê destek kir, îro jî li Farqîn û Bakurê Kurdistanê dide êrîşkirin. Di heman demê de Herêma Girê Spî jî bombebaran dikin. Em helwesta dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin, em dibêjin ku ev êrîş ji bo dostaniya gelê Kurd, ji bo dostaniya gelê Tirk û ji bo dostaniya tevahiya gelan xetere ye û pêwîste di demeke kurt de dev ji vê polîtîkaya înkar û dijminantiya gelan berde. Heta dewleta Tirkiyeyê DAIŞ’ê destek dike û bişîne ser gelê kurd,  şer û berxwedana li hemberî DAIŞ’ê jî ew ê hebe û berdewam bike.

Bila cîhan bizanibe ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê me li hemberî DAIŞ’ê û êrîşên li ser gelê kurd yek e. Bangawaziya me ji bo civaka navneteweyî û sazî û rêxistinên demokratîk ew e ku xwedî rol bin û bêdeng nemînn. Çi li Kobanê, li Rojava, çi li Şengal, Farqîn, Cizîra Botan, Başûr û Bakurê Kurdistanê li hemberî vê dijminantiya gelê kurd û komkujiya ku rojane li ser gelê Kurd pêk tê divê xwedî helwest be. Gelê kurd tenê dixwaze mafên xwe yên mirovahiyê bi awayekî azad bijî. Gelê me bi hemû gelan re dixwaze aştiyane û demokratîk bijî. Ti caran ji tu ol û gelan re dijminantî nekiriye. Weke hemû gelan bi nasnameya xwe, bi îradeya xwe û bi perspektîfa neteweya demokratîk dixwaze jiyana aştiyane û demokratîk pêk bîne. Bangawaziya me ji çar parçeyên Kurdistanê û gelê me ew e ku  li hemberî zext û zordariya li ser Farqînê pêk tê bêdeng nemînin. Bi taybetî gelê me li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bi berxwedana Farqînê re bike yek û hîn jî bilindtir bike.”

Partiyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Partiya yekitiya demokratîk a kurd li sûryê (alwehde)
Partiya demokratî kurd ya sûrî
Partiya çepa kurd li sûrî
Partiya çepa demokrat kurd li sûrî
Tevgera civaka demokratîk (tevdem)
Tevgera nûjen a kurdistanî
Partiya keska kurdistanî
Partiya komunîst a kurdistanî
Yekîtiya lîberal a kurdistanî
Partiya kombûna niştimanya demokratiya kurd li sûrî
Partiya aştiya demokratî ya kurd li sûrî
Partiya demokratî kurdistanî- sûrî
Partiya demokratî kurdî li sûrî (alpartî)
Tevgera çaksazî-sûrî
Partiya guhertina demokratî kurdistanî
Yekîtiya niştimanî azad
Partiya şegîlê ya kurdistanî
Partiya yekitiya demokratîk (PYD)
Partiya yekitiya suryanî
Partiya azadya kurdistan
Desteya niştimanî ya arabî
Rêkeftina demokrat a kurd li sûrî