Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd a li hemberî terora dewleta Tirk rewa ye û got, "Lêpirsînkirina berxwedaneke bi vî rengî, tê wateya fikirîna di bin bandora zîhniyeta mêtingeriya tevkujer a çandî."
Nivîsa Bayik a bi serenavê "Divê polîs ji bajar û taxan werin derxistin" a li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka bi vî rengî ye:
"Li hin bajar û navçeyan piştî ku gelê kurd îradeya xwerêveberiyê îfade dike derxist holê dewleta tirk êrîş dan destpêkirin. Zîhniyeta metîngeriya tevkujer a çandî ev e. Hem li Kurdistanê mîna hêzeke dagirker polîtîkayên tevkujiya çandî dimeşîne, îradeya gelê kurd tine dihesibîne; vê yekê jî mîna mafê xwe yê rewa dibîne. Lê belê dema gelê kurd dixwaze bi nasname, ziman û çanda xwe bajar û navçeyên xwe bi xwe bi rê ve bibe bi êrîşên faşîzan ên mêtingeriyê re rûbirû dimîne. Hem diz e hem topiz e! Ev yek nayê qebûlkirin.
Hin derdor li dewsa lêpirsînkirina polîtîkayên mêtinger ên tevkujiya çandî, dibêjin çima xwerêvebirî hatine îlankirin û kurdan sûcdar dikin. Seriyê mêtinger ev e. Ji aliyê hiş û bîrê ve bûyina êsîrê mêtingeriyê ev e. Seriyekî demokratîk wê bipirse ka çi karê leşker, polîs li navçe û taxan heye; çima li bajar, navçe û tax ji aliyê polîsan ve bi tang û zerîpoşan hatine tijekirin. Hin nêrîn hene; mîna ku dagirkirina bajarên kurdan û qetilkirina kurdan mafê rewa yê dewleta tirk e. Dîsa mîna ku dagirkirina bajarên kurdan û qetilkirina kurdan mafekî bidestxistî yê dewleta tirk e hin nêzîkatî tên nîşandan. Dema Israîl ewqas polîs û leşker li ser axa Filistînê kom bike li Tirkiyeyê nerazîbûn tê nîşandan lê dema dor tê kurdan ji vê yekê re bêdeng dimînin. Bi tevahî mîna dewletên mêtinger ên tevkujiya çandî pêk tînin difikirin.
Ti kes nikare mêtingeriyê rewa nîşan bide; êrîşên dewleta tirk rewa bibîne. Dema ciwan li dijî polîs li ber xwe didin ne rewa, dema polîs û leşker êrîşî gel dikin rewa! Divê li dijî yên dixwazin vê têgihîştinê bi civakê bidin qebûlkirin divê hemû demokrat û welatparêz rawestin.
Gelê kurd di tevahiya sedsala 20’î de di bin mêtingeriya tevkujiya çandî de ber bi tinebûnê ve hat kaşkirin. Her cara ku daxwaza jiyana bi nasname, ziman û çanda xwe nîşan da jî bi zilm û tevkujiyê re rûbirû ma. Lê zêdetirî 40 salî ye ku bi her şêwazî nîşan didin ew naxwazin êdî di bin nîrê pergala mêtinger a tevkujiya çandî pêk tîne de bijîn.
Bi dehê salan ji bo jiyana bi nasname, ziman û çanda xwe têdikoşin. Ji bo bi nasnameya xwe bijîn jiyaneke azad û demoratîk bedêlên giran dan. Ti gel tenê ji bo jiyana bi nasname, ziman û çanda xwe ewqas bedelên giran nedane. 6-7 milyon kurd ji ser axa xwe ber bi metropolên Tirkiyeyê û her derê cîhanê ve hatin koçberkirin; bi sedhezarên wan îşkence dîtin, bi sedehezarên wan di zindanan de man. Bi dehezaran hatin qetilkirin. Bi dehezaran gerîla yên şervanê azadiyê şehîd ketin. Ev bedel nîşan didin ka dewleta tirk çiqas zalim e.
Hem dixwaze kurdan tine biki, hem her cure zilmê pêk tînê hem jî vê yekê ji bo xwe mîna maf dibîne; lê dema em dibêjin wekî kurd em dixwazin hebin, wê demê dibêjin çima li dij zilmê serî natewîne û zilma herî giran dike. Kirina vê zilmê dê mafê rewa yê dewleta tirk be lê berxwedana vê yekê dê sûc be! Êdî tahamûlî vê yekê jî nayê kirin. Ev zilm ji bo hemû kurdan sedema serhildan û berxwadanê ye.
Kurdan her rê û rêbaz ceribandin lê tevî vê yekê jî mafên wan ên herî bingehîn jî ne hatin naskirin. Di 7’ê Hezîranê de nûnerên xwe hilbijartin. Projeya xweseriya demokratîk a HDP’ê qebûl kir lê li dijî vê yekê êrîş dane destpêkirin. Gelê kurd jî di vê rewşê de xwest jiyana xwe ya demokratîk û azad ava bike. Di nav sînorên dewleta Tirkiyeyê de hewl da jiyana xweseriya demokratîk pêk bîne. Tevî ku ev mafê wî yê herî demokratîk bû jî dewleta tirk bi gotina tu gelekî di bin tesarûfa min de yî, tu nikare der barê xwe de biryarê bide û wisa jî êrîşkirin êdî sînorê tahamûlê derbas kirine.
Beranberî vê rewşê hemû Kurd û hêzên demokrasiyê nikarin van kirinên dewleta tirk qebûl bikin. Ji bo dewleta tirk divê wisa were gotin: Eger tu nikare êrîşî sazkirina xwerêberiya gelekî bike. Ya dagirker jî ya mêtinger jî ya tevkujer jî ya ne rewa jî ya ku divê ji bajar û taxan derkeve tu bi xwe yî.
Hêzeke mêtinger a tevkujiya çandî pêk tîne êrîşî gelê kurd dike. Bi gotina herî ji rêzê ji derve tê berî yên hundir dike. Li dijî vê yekê her berxwedana were nîşandan rewa ye. Lêpirsînkirina berxwedaneke bi vî rengî, tê wateya fikirîna di bin bandora zîhniyeta mêtingeriya tevkujer a çandî.
Daxwaz û helwesta gelê kurd ji bo demokratîk-kirina Tirkiyeyê ne. Di mercên heyî de rejîma otorîter a zextê ya Serokatiyê tê guftûgokirin. Mîna reçeteya aramiya Tirkiyeyê tê pêşkêşkirin lê belê parêzerên pergala xwe dispêre xwerêveberiyê ku tê wateya projeya demokratîzekirina Tirkiyeyê dibin hedefa êrîşê. Ev rewş bi tenê nîşan dide ka şêwazê ramanê û şêwazê siyasetê ya li Tirkiyeyê çiqas çewt e û dûrî rastiya Tirkiyeyê ye.
Rojeveke bi tenê ya Tirkiyeyê heye, ew jî demokratîkbûn e. Hemû rojev ên ji bilî vê yekê çewtî û dijêtiya demokratîkbûnê ne.