Çeteyên DAIŞ'ê Holê dişewitînin
Piştî ku hêzên HSD'ê xwe nêzî Holê kirin, çeteyên DAIŞ'ê dest bi şewitandina bîrên petrolê û gelek malên li pêşiya bajarok kirin.
Piştî ku hêzên HSD'ê xwe nêzî Holê kirin, çeteyên DAIŞ'ê dest bi şewitandina bîrên petrolê û gelek malên li pêşiya bajarok kirin.
Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwe nêzî bajarokê Holê kirin, çeteyên DAIŞ'ê dest bi şewitandina bîrên petrolê yên li herêmê kirin. Çeteyan her wiha hin malên li nava Holê jî bi bombeyan hilweşandin û malên li pêşiya bajarok jî şewitandin.
Sivîlên dixwazin ji bajarok derkevin jî rastî astengiya çeteyan tên.