Şengalî: YBŞ hêza Êzidxan e, em dixwazin ew bi ser bikeve
Şêniyên Şengalê ji ber destpêkirina Operasyona Azadkirina Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG,YJA Star, hêzên YBŞ-YPJ Şengal û pêşmergeyan ve hat destpêkirin, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Çend ji şêniyên Şengalê ji kamerayên me re axivîn:
"Em dixwazin YBŞ ji me re Şengalê rizgar bikin. Em gelekî kêfxweşin ku li cih û warên xwe vegerin. Bi hezaran keçên me, zarokên me ketin destê DAIŞ'ê ji ber van pêşmergeyên baz dan, xayin bûn. Ji dil em dixwazin li cih û warên xwe vegerin û hemû Êzidî careke din li cih û warên xwe vegere."
"Em dixwazin heval bi ser bikevin û Şengal azad bibe. Em li bine van konan rezîl bûne, em dixwazin vegerin malên xwe. Yên ji bo azadiya me têdikoş in, bila bi alîkariya Tawizî Melek bi ser bikeve. Çi Êzidî be çi ne Êzidî be. Em ji hemûyan re dua dikin. Eger Şengal rizgar bibe, em ê ji dawetên xwe bêhtir kêfxweş bibin."
"YBŞ hêza Êzidxan e, em dixwazin YBŞ bi ser bikeve. Bi qaweta Xwedê û Tawizî Melek wê YBŞ bi ser bikeve."