Li Farqînê ciwanekî din hat qetilkirin
Li Farqînê ku terora dewletê ya li hemberî gel di roja 10. de ye, ciwanê bi navê Suleyman Guleç hat qetilklirin.
Li Farqînê ku terora dewletê ya li hemberî gel di roja 10. de ye, ciwanê bi navê Suleyman Guleç hat qetilklirin.
Li navçeya Amed Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 10. de ye û êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gel dewam dikin, ciwanekî din hat qetilkirin.
Bi veguhastina tank û leşkeran re êrîşên li dijî gel zêdetir bûn. Duh êverê li taxa Mescîtê ciwanê bi navê Suleyman Guleç hate qetilkirin. Cenazeyê Guleç ji taxê hate wergirtin û ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
Bi qetilkirina Guleç re li Farqînê hejmara welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin derket 7'an.
Li navçeyê dengê çek û teqînan serê sibehê jî berdewam dike. Li başûrê navçeyê ji herêma Gaza Topê leşker bi wesayîtên zirxî êrîşî taxan dikin. Dîsa li kolanên Azîzoglu, Kaniya Dergê, Bedlîsa kevn jî tîmên taybet bi çekên giran û bombeyan êrîşan pêk tînin.