Êlihiyan berê xwe dan Farqînê
Ji bo şikandina dorpêçiya ev 10 roj in li Farqînê heye, Êlihiyan bi pênegiya KJA berê xwe dan Farqînê.
Ji bo şikandina dorpêçiya ev 10 roj in li Farqînê heye, Êlihiyan bi pênegiya KJA berê xwe dan Farqînê.
Ji bo şikandina dorpêçiya ev 10 roj in li Farqînê heye, Êlihiyan bi pênegiya KJA berê xwe dan Farqînê. Parlamenterên HDP'ê, rêveberên DBP û HDP'ê nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de gelek kes li ber Şaredariya Êlihê hatin cem hev. Beriya ku derkevin rê Parlementera HDP'ê Saadet Becerîklî axivî û diyar kir ku ew nizanin li Farqînê di encama êrîşan de çi diqewimin û dewlet ji bo tiştên diqewimin veşêre çûn û hatina taxan qedexe dike.
Becerîklî tiştên ku li Farqînê diqewimin wekî "şerê îmhayê ku dewletê li dijî gel daye destpêkirin" bi nav kir wiha got: "Eger tank ketibin navenda bajar, leşker daketibin, bi hewayî bi bombeyan piştgiriyê didin navê vê yekê şerê îmhayê ye. Lê tiştekî ji bîr dikin. Ev berxwedan wê bi Farqînê re bi sînor nemîne. Berpirsyarê hemû qatlîam û mirinan dewlet e. Eger tiştên ku li Farqînê destpê kir bi diyalogê neyê çareserkirin wê li hemû navçe û bajaran belav bibe."
Becerîklî destnîşan kir ku li welat raya giştî ya demokratîk bêdeng e û divê hemû kes li dijî van qatlîaman dengên xwe bilind bikin.
Piştî axaftinan welatî bi çepik û tîlîliyan ve li wesayîtan siwar bûn û ber bi Farqînê ve derketin rê.