Balûken: AKP li Farqînê çeteyên DAIŞ'ê bi kar tîne

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken, rewşa dawî ya li Farqînê û îdîayên ku dibêjin 'çeteyên DAIŞ'ê di êrîşan de hatine bikaranîn' ji ANF'ê re nirxand.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken destnîşan kir ku îdîayên dibêjin 'Çeteyên DAIŞ'ê bi hêzên dewletê re êrîşî taxên Farqînê dikin' rast in û got, "Em di wê baweriyê de ne ku AKP di êrîşên xwe de çeteyên DAIŞ'ê bi kar tîne."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken, rewşa dawî ya li Farqînê û îdîayên ku dibêjin 'çeteyên DAIŞ'ê di êrîşan de hatine bikaranîn' ji ANF'ê re nirxand.

"BERXWEDANA FARQÎNÊ REWABÛNA XWERÊVEBERIYÊ NÎŞAN DA"

Balûken bûyerên li Farqînê diqewimin weke berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd pênase kir û got, "AKP a ku bi çekên gelekî giran êrîşî sivîlan dike, ne tenê gelê Farqînê qetil dike, di heman demê de dixwaze vîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd bişikîne, bifetisîne. Ji ber vê yekê ewçend bi dijwarî êrîş dike. Bêguman li Farqînê berxwedaneke mûezem heye."

Balûken da xuyakirin ku berxwedana li Farqînê, bi bandora xwe ya li Kurdistan û Tirkiyeyê re nîşan da ku rêvebirina xwe bi xwe ya gel çiqasî rewa ye û bi êrîşan re nikare bê astengkirin."

"DEWLETA TIRK DI ÊRÎŞAN DE ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BI KAR TÎNE"

Balûken îdîayên ku dibêjin, "Mîna Nisêbîn û Cizîrê niha jî li Farqînê hêzên dewletê bi çeteyên DAIŞ'ê re êrîşî taxan dikin" nirxand û destnîşan kir, ku ev îdîa rast in.

Balûken ragihand ku du êrîşên li Bakurê Kurdistanê hene û got, "Armanca yekemîn, binpêkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê, ya duyemîn jî fetisandina statuya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ye. Bi van armancan ve girêdayî dixwaze ji çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên têk çûne careke din rake ser piyan. Ji ber vê yekê pêkane ku êrîşên li hemberî taxan bi çeteyên DAIŞ'ê re dike. Em di wê baweriyê de ne ku hem plansaziya êrîşan hem jî pêkanîna êrîşan bi çeteyên DAIŞ'ê re dikin."

Balûken destnîşan kir, ku rêbazên hêzên çekdar ên Tirk di 2 mehên dawî de di erîşên li hemberî gelê Kurd de bi kar tînin, heman rêbazên çeteyên DAIŞ'ê li Rojavayê Kurdistanê bi kar anîne.

"BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN, XWERÊVEBERÎ WERIN NASKIRIN"

Balûken diyar kir ku xwerêveberiyên li Farqîn û herêmên din, ne bi înkar û hewldanên tepisandinê, bi ewlekirina wan bi destûra bingehîn re dikare çareser bibe û got, "Ji xwe, heta ku van bi destûra bingehîn ewle nekin, wê nikaribin ji vê pirsgirêkê rizgar bibin. Eger armanca binpêkirinê danîbin pêşiya xwe, wê rê li ber pirsgirêkên mezintir vekin. ya ku divê were kirin, bi helwesteke siyasî nêzî daxwaza xwerêveberiyan bibin."

Balûken bi vê ve girêdayî xwest bi lezgînî tecerîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û azad bibe.