Komalên Ciwan: Êdî dewleta Tirk nikare Kurdistanê bike mêtingeh

Komelên Ciwan têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hember Farqînê banga berxwedanê kir û got: “Pêwîst e ti qadên berxwedanê bi tenê nemînin. Dema dijmin qadên me dorpêç dike divê em jî dijmin bi hêza xwe dorpêç bikin.”

Komelên Ciwan têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hember Farqînê banga berxwedanê kir û got: “Pêwîst e ti qadên berxwedanê bi tenê nemînin. Dema dijmin qadên me dorpêç dike divê em jî dijmin bi hêza xwe dorpêç bikin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan a têkildarî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên di serî de li Farqînê li hember Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand destnîşan kir ku faşîzma Tirk dixwaze Kurdên stûxwar û bê statû ji nû ve peyda bike û li hember êrîş û komkujiyan banga berxwedanê kir.

Komalên Ciwan da xuyakirin ku desthilatiya dewleta Tirk bi avakirina dewleta faşîst hemû gelên din tine hesiband û zexteke giran li ser gelan meşand û got: “Zilma herî mezin jî bêguman li ser gelê Kurd meşand. Destpêkê axa Kurdan dagir kir û bi salan ji bo tinekirina Kurdan der heqê Kurdîtiye çi dît xwest ji holê rake. Ji bo vê bi salan komkujî pêk ani. Li Dêrsim, Agirî û Geliyê Zîlan bi hezaran Kurd qetil kir, yên mayî jî ji welat derxist. Nasnameya Kurd, çanda Kurd bi salan tine hesiband. Li hemberî vê  keç û xortên Kurdan ala berxwedanê rakirin û îro ev polîtîkayên qirkirinê êdi nema encam didin.”

‘ÊDÎ DEWLETA TIRK NIKARE KURDISTANÊ BIKE CIHÊ MÊTINGERIYÊ’

Komalên Ciwan destnîşan kir ku bi taybet piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê êdî ne pêkan e ku faşîzma Tirk wekî berê axa Kurdîstanê ji xwe re bike cihê mêtingeriyê û wiha dewam kir: “Lewma dewleta dagirker îro li hemberî destketiyên Kurdan seknek bê exlaqî nîşan dide û dixwaze wekî berê Kurdên stûxwar û bê statu ji nû ve çêke. Em wek ciwanên APOYÎ vê ferzkirinê napejirînin û heya dagirkeriya Tirk di axa Medya de neşkînin em nasekinin. Wek hemû gelên cîhanê divê gelê me jî jiyaneke azad û bi rûmet bijî.

Koordînasyona Komalên Ciwan di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:  

‘XWERÊVEBERIYA AZAD MAFEKÎ GERDÛNÎ YE’

“Li Bakurê Kurdistanê piştî 24’ê Tirmehê, li hemberî şerxwaziya çeteyên AKP’ê gelê me bi avakirina herêmên xweser helwesteke dîrokî li beranberî faşîzma dagirker nîşan da. Gelê Kurd xwest pêla Şoreşa Rojava li Bakurê Kurdistanê jî bide ber xwe û li Kurdistanê dagirkeriyê bi dawî bike. Bi qasî vê helwestê, bêguman ti helwestên din meşrû nîne. Daxwaza gele Kurd a herî meşrû îro li Kurdistanê rastî pêkûtî u zextê tê. Xwerêveberiya azad mafekî gerdûnî ye û ti astengiya jî nas nake. Zext û zora îro li ser gele Kurd, zordariya faşîzma Tirk a 90 salan e. Ev nêzî sed salan e dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi darê zorê vîna gelê Kurd tine bike û di milê xwebûna Kurd de têkoşîna gelê me têk bibe. Ev pêkûtî heta niha bi berxwedaneke bêhempa hatiye têkşkandin û îro jî, keç û xortên Kurdan di kolan û kûçeyên bajaran de bi berxwedaneke dîrokî li hember vê faşîzma dagirker bi lehengî têdikoşin. Bêguman ev berxwedan wê hê firehtir û mezintir bibe. Ji bo ve jî divê hemû qad, kolan, kuçe bibin qadên berxwedanê.”

‘DIVE GELÊ KURD JI HÊZA XWE Û HÊZA YDG-H'Ê BAWER BE’

Komalên Ciwan diyar kir ku dive gelê Kurd ji hêza xwe û hêza YDG-H'ê bawer be û got: “Di destpêkê de xwestin têkevin Cizîrê, Nisêbînê û Silopiyayê, lê dijmin nikarîbû berxwedana gelê me bişkîne. Ji ber ku em gel in, em bi hêz in, em ê ser bikevin! Ji bo vê jî pêwîst e ti qadên berxwedanê bi tenê nemînin. Dema dijmin qadên me dorpêç dike divê em jî dijmin bi hêza xwe dorpêç bikin. Gelê me yê li çeperên berxwedanê  li ber xwe dide divê em tenê nehêlin. Divê raya giştî bi hêza xwe, xwe berde qadan û li hember zilma dagirkeriye bibe mertalên berxwedanê. Ji bo vê jî em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku gelê Farqinê bi  tenê nehêlin û kî li ku derê be wir bikin qada berxwedanê û rabin serhildanê. Pîr, keç, xort hemû gelê me yê çar parçeyê Kurdistanê divê rabe serhildanê. Pêwîst e li her derê hêrsa xwe li hember dagirkeran nîşan bide.”