Hêzên dewletê li Silopiya ciwanek din jî qetil kirin

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê tîma înfazê ya Ford Rangerê li ber mizgeftê ciwanê bi navê Kadrî Sencer ê 19 salî qetil kirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê tîma înfazê ya Ford Rangerê li ber mizgeftê ciwanê bi navê Kadrî Sencer ê 19 salî qetil kirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku Sencer ê hate qetilkirin 300 metre ji erdê hatiye kaşkirin û piştre li wesayîtê hatiye kirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ciwanekî din ji aliyê tîmên taybet ve hate hedefgirtin û hate qetilkirin. Tîma înfazê ya Ford Ranger li Taxa Yeşîltepeyê serê sibehê bi ser malan de girtin û li ber Mizgefta Mezarlikê ciwanê bi navê Kadrî Sencer ê 19 salî qetil kirin. Tîmên taybet piştî ku Sencer qetil kirin derûdor jî rasterast gulebaran kirin û bombe avêtin.

Li gorî agahiyên ji niştecihên taxê hat wergirtin tîmên taybet cenazeyê Sencer bi qasî 300 metreyan li erdê kaş kirine û bi tekbîran heta Rêya Îpekê birine. Ji ber ku ji cihê înfazê heta rêya Îpekê şopên xwînê hene ev yek agahiyên niştecihên taxê piştrast dike.

CENAZE BIRIN ŞIRNEXÊ

Cenazeyê Sencer tîmên taybet birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û nexweşxane jî dorpêç kirin. Piştî ku bûyera înfazê hate bihistin Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û welatî hatin nexweşxaneyê. Cenaze ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

EV ÎNFAZA YEKEMÎN NÎNE

Li Taxa Yeşîltepe ya Kadrî Sencer hate qetilkirin berê jî jina bi navê Latîfe Tutuk ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin.

Li aliyê din li navenda Şirnexê 2'yê Cotmehê Haci Lokman Bîrlîk ê ji aliyê tîmên taybet ve hatibû birîndarkirin û piştre jî hatibû înfazkirin, cenazeyê wî jî li pişt wesayîta zirxî li erdê hatibû kaşkirin.