Taziyeya gerîlayê HPG’ê Nîllî bi girseyî tê ziyaretkirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ahmet Nîllî (Dijwar Xavuşta) ku li Taxa Bostanîçî taziye hat dayîn, mala taziyeyê bi girseyî tê ziyaretkirin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ahmet Nîllî (Dijwar Xavuşta) ku li Taxa Bostanîçî taziye hat dayîn, mala taziyeyê bi girseyî tê ziyaretkirin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ahmet Nîllî (Dijwar Xavuşta) ku li Taxa Bostanîçî taziye hat dayîn, mala taziyeyê bi girseyî tê ziyaretkirin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ahmet Nîllî (Dijwar Xavuşta) yê li Çiyayê Gabarê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li Mala Gel a Bostanîçî taziye hat danîn. Ji bo serdanê bi sedan kesên li ber avahiya şaredariya kevin kom bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG’ê Nîllî hilgirtin. Welatî bi dirûşmên, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan”, “Şehîd Namirin” heta Mala Gel meşiyan. Di serdana taziyeyê de Parlamentera Wanê ya HDP’ê Tûgba Hezer, Cîgira Hevserokên DBP’a Wanê Caziye FDûman, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û xizmên Nîllî amade bûn.
Di ziyareta taziyeyê de ji bo şehîdên aştî û demokrasiyê rêz hate girtin. Piştre Serokê MEYA-DER’ê yê Wanê Îbrahîm Alkan mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku li gelek cihên Kurdistanê komkujî didomin, banga hişyariyê li her kesî kir.
'TERORÎSTÊN ESASÎ EW IN’
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer jî destnîşan kir ku li hember tevahî nirxên gelê Kurd konseptek êrîşê xistine meriyetê û wiha berdewam kir: “Di 5 mehan de, Kurdistan xistin rewşeke nava agir. Ev 7 roj in li Farqînê komkujî heye. Ji ber çi vê dikin? Ji ber ku li gor wan tevahî Kurd terorîst in û zarok, pîr çi bikeve ber wan kuştin xêr e. Lê bila vê baş bizanin, her kî sivîlan, zarokan, pîran, jinan qetil dike, terorîst ew e. Wê rojê li Erdîşê êrîşî taziyeya me kirin, heqaret kirin. Eger em li hember van nesekinin wê sibê werin û nehêlin em cenazeyên xwe jî bispêrin axê. Tiştê ew dikin ne exlaqî ye ne jî mirovî ye. Lê tevahî tiştên ku em dikin ji bo mirovatiyê ye.”
BAV NÎLLÎ: EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN
Bavê şervanê YPG’ê Nîllî, Gurgîn Nîllî jî bi bîr xist ku gelê Kurd berdêl dane û kurê wî jî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest daye, banga bilindkirina têkoşînê kir.