Di teqîna li Farqînê de gelek polîs birîndar bûn

Li nêzî qereqola gundê Bagdere yê girêdayî Farqînê dema otobusa polîsan derbas dibû teqîn pêk hat, di teqînê de gelek polîs birîndar bûn.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li nêzî qereqola gundê Bagdere yê girêdayî Farqînê teqînekê rû da. Dema otobusa polîsan derbas dibû ku teqîn pêk hat, hat diyarkirin ku di otobusê de zerar çêbûye û polîs birîndar bûne. Piştî teqînê rê li çûn-hatinê hat birîn, wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat ragihandin ku li herêmê bi piştgiriya helîkopteran operasyon hatiye destpêkirin. 

...