YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên di operasyona li başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên di operasyona li başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 têkoşeran bi daxuyaniyeke ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê roj bi roj destanên dîrokî diafrîne û navê xwe li rûpelên dîrokê de geş dike. Bêguman ev bi giştî bi saya berxwedana şervanên azadiyê û gelê welatparêz ê ku zilmkarî li ser xwe qebûl nake û li dijî hişmendiya desthilatdar berxwedanek dîrokî dide nîşandan. Ew berxwedanî her dem têkoşîna me mezin kir. Îro jî taybet lehengên azadî ên ku hemberî dijmenên hov şer dikin, têkoşîna wan bi cesaret û biryareke mezin berdawam dike.

Di têkoşîna hêzên me yên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de li Kantona Cizîrê de li dijî komên tarî tê meşandin de, 4 rêhevalên me bi ruhekî fedayî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Şehîd temînata serketin û teqez mezinkirina têkoşîne ye.

Dîsa em sersaxiyê ji tevahî malbatê şehîdan û gelê Kurd re dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.

Nasnameya têkoşeran wiha ye:

Nasnav: Têkoşîn Lice

Nav: Sultan Narîn

Navê Dayikê: Saniya

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û dîroka şehadetê: Heseke – Hol 06-11-2015

 

Nasnav: Şiyar Amed

Nav: Harun Turk

Navê Dayikê: Tewrat

Navê Bav: Abdulbaqî

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka şehadetê: Heske – Hol 31-10-2015

 

Nasnav: Rêdûr Kobanê

Nav: Delîl Musa

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka şehadetê: Heske – Hol 05-11-2015

 

Nasnav: Berxwedan Botan

Nav: Soner Barîn

Navê Dayikê: Wasfiya

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê Jidayikbûnê: Cizîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Heske – Hol 04-11-2015

...