Li Farqînê operasyona leşkerî destpê kir
Li Farqînê, hem li navenda navçeyê hem jî li qada bejahî operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Li Farqînê, hem li navenda navçeyê hem jî li qada bejahî operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Hêzên dewleta Tirk ên ku 9 roj in nikarin bexwedana gel bişikînin, bi tank û wesayîtên leşkerî yên ji duh ve sewqî navçeyê dikin, li hemberî taxên Tekel, Konak û Mescîtê hem ji navenda navçeyê hem jî ji qada bejahî ji Gundê Cano û Gaza Topê, operasyona leşkerî dan destpêkirin.
Leşkerên Tirk, tevî tîmên tevgera taybet bi çekên giran û tankan êrîşî taxan kirin. Êrîş danê sibehê zêde bûn. Helîkopter jî li ser taxan digerin û keşfê dikin. Hêzên çekdar ên Tirk di heman demê de topan diavêjin taxan.
Tîmên taybet ên li cihên bilind bi cih bûne jî, guleyan li sivîlan direşînin.
Parlamenterên HDP'ê û aktîvîstên KJA ku tevî qedexeyê jî ketin nava taxên qedexekirî, bi gel re li hemberî êrîşan li ber xwe didin. Gel bi dirûşma "Bijî Berxwedana Farqînê" û tilîliyan bersivê dide gulebarana hêzên çekdar ên Tirk.