8 şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê spartin axê

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di demên cuda berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di demên cuda  berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Bi armanca oxirkirina cenazeyên Delîl Mûsa (Rêdûr Kobanê), Ednan Mûrad (Milîtan Kobanê), Omer Mehmê (Harûn Kobanê), Şerîf Îbrahîm (Şevger Kobanê), Mihemed Beşar (Êrîş Kobanê), Reşîd Demîr (Şewket Mazî), Sedîqa Temo (Zozan Kobanê) û navê şervanekî jî navê wê nehat zanîn ên di demên cuda berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şervanên YPG/YPJ’ê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.

Girseya gel li vir cenazeyên her 8 têkoşeran wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ya gundê Termîk ve ketin rê.

Dema ku girseya gel gihişt Goristanê şervanên YPG/YPJ’ê  cenazeyên her 8 têkoşeran hildan ser milan û birin qada Goristanê. Li vir merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê hat lidarxistin.

Piştre Fermandarê YPG’ê Dijwar Xebat  axivî û got ku bejna xwe li hember hemû şehîdên şoreşa azadiyê ditewînin. Xebat diyar kir ku bi saya têkoşeran îro gelê Rojava azad dijî û wiha axaftina xwe domand: “Azadî bê berdêl nabe. Bi seya van şehîdan îro gelê li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî azad dijî. Yên ku pêşengiya jiyana azad kirin nimûneyên wan gelek in. Ji wan her du fermandarên eniya rojava Êrîş û Zozan Kobanê ne, van her du hevalan pêşvehatina dijmin li ser xwe qebûl nekirin û ti gav jî paşve neavêtin. Ji gotinên wan ‘Em paşve venagerin, heta ku dijmim bi tankan di ser termê me re jî derbas bibe em gav paşve naavêjin’ Bi rastî jî paşve veneriyan û dijmin bi tankan bi awayekî hovane di ser cenazeyê wan re derbas bû, wan gotinên xwe bi cih anîn.”

Di dawiya axaftina xwe de Xebat soza şopandina rêya têkoşeran dubare kir.

Piştre wesîqeya şehadetê ya her 8 pakrewanan ji aliyê saziya Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî mabatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 8 têkoşeran di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên, “ Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê” de hatin definkirin.