Beşeke mezin a Xatûniyê ket bin kontrola hêzên HSD'ê

Beşeke mezin a bajarokê Xatûniyê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Hêzên HSD'ê dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirinê kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), duh bi şev saet di 02:00 de ji aliyê Holê ve ber bi bajarokê Xatûniyê dest bi operasyonekê kirin. Di operasyonê de rêya Hol û Xatûniyê ket bin kontrola hêzên HSD'ê. Ji aliyê rojhilatê Xatûniyê ve jî gundên Siriye Hacana û Mievaste hatin rizgarkirin. Bi vî rengî bajarokê Xatûniyê û gola wê bi temamî hate dorpêçkirin.

Di şerê duh bi şev destpê kir de heta niha 45 çete hatine kuştin û 2 wesayîtên wan ên bombebarkirî hatin rûxandin.

Çeteyên ku li hemberî operasyonê bêçare mane jî dest bi revê kirin. Hinek komên çeteyan ber bi aliyê Şengalê ve reviyan, hinek çeteyan jî hewl dan ku di gola Xatûniyê de bi avjeniyê birevin. Di operasyona ku hîn dom dike de li navenda bajarok jî 2 tax ketine bin kontrola hêzên HSD'ê. Pêşketina hêzên HSD'ê ya li bajarokê didome..