Aldar Xelîl: Dewleta Tirk li dû provokasyonan e!
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku pêngavek ber bi Cerablûsê ve di rojeva wan de nîne û destnîşan kir, ku dewleta Tirk li dû provokasyonan e.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku pêngavek ber bi Cerablûsê ve di rojeva wan de nîne û destnîşan kir, ku dewleta Tirk li dû provokasyonan e.
Xelîl da xuyakirin ku hemû xebatên li nava erdnîgariya Sûriyeyê tên meşandin, ji bo tevahiya gel û civaka Sûriyeyê ne û got, "Destwerdanek li vê derê wê were wateya êrîşa li hemberî Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê." Xelîl hişyarî da û got, "Divê AKP destwerdanên bi vî rengî neke."
Xelîl diyar kir ku Erdogan û AKP nêzîkatiyên xwe yên li hemberî Rojava û Sûriyeyê weke amûrek polîtîkaya hundir bi kar tînin û got, "Ji bo aliyên antî demokratîk ên dewleta Tirk ji aliyê raya giştî ve neyên dîtin, ji bo rojeveke din bê afirandin, mîna ku dijminekî derve heye dixwaze raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê îqna bike."
Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze bi êrîş û provokasyonên li hemberî YPG û saziyên Rojava re zemînekê biafirîne û destnîşan kir, ku bi avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ev hincet êdî bi temamî bêbandor bûye. Xelîl ragihand ku HSD ji gelên Sûriyeyê pêk tê û ji ber ku pêşketina wê xizmetê ji dewleta Tirk re nake, dewleta Tirk ji bo li qada navneteweyî pêşî lê bigire dixwaze rojeveke cuda biafirîne. Xelîl êrîşên dewleta Tirk û pêngava HSD'ê ji ANF'ê re nirxand.
'MAFÊ DEWLETA TIRK NÎNE DEST LI XAKA SÛRIYEYÊ WERDE'
Xelîl got, "Piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Tirkiyeyê, AKP xwe weke hikûmeteke şer amade dike û li gorî vê yekê dixwaze hem Bakur hem jî Rojavayê Kurdistanê hedef bigire" û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi zextê dest li xaka Sûriye û Rojava werde.
Aldar Xelîl got, "Xebatên li nava erdnîgariya Sûriyeyê bên meşandin, xebatên civak û gelên Sûriyeyê ne. Destwerdanek li vê derê, êrîşa li hemberî Sûriye û gelên Sûriyeyê ye. Divê AKP destwerdanên bi vî rengî neke" anî ziman ku li mijara Cerablûsê ku hewl tê dayîn weke hinceta destwerdanê bê nîşandan, ti plan û rojeva wan nîne. Xelîl diyar kir ku pêngavek bi vî rengî bikeve meriyetê jî mafê Tirkiyeyê yê destwerdanê nîne û ragihand, ku nêzîkatiyên destwerdanker, nayê qebûlkirin.
'BI ROJEVÊN ÇÊKIRÎ RE DIXWAZIN PÊKANÎNÊN XWE YÊN ANTÎ DEMOKRATÎK BINIXUMÎNIN'
Xelîl da xuyakirin ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe ya li nava Tirkiyeyê bidomîne dixwaze şoreşa Kurdistan bitepisîne û ji êrîşên xwe re rewşeke meşrû biafirîne. Xelîl di dewama axaftina xwe de got, "AKP'ê li gelek qadên Bakurê Kurdistanê zexta civakî kir. Komkujî kir. Dewleta Tirk, ji bo ku ev aliyên xwe yên antî demokratîk ji aliyê raya giştî ya giştî ve neyên dîtin, bi afirandina 'dijminekî derve' dixwaze raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê îqna bike. Pirsgirêk tinebe jî dixwaze nîşan bide ku pirsgirêkek li derve heye û bi vî rengî dixwaze pirsgirêkên xwe binixumîne. Bi vî rengî dixwaze zextên li vîna gelan û demokrasiyê dike û polîtîkayên xwe yên qetlîamker ên li Bakurê Kurdistanê meşandiye û dimeşîne, binixumîne."
Xelîl da xuyakirin ku Tirkiye li derdora Girê Spî û gelek nuqteyên nêzî Kobanê êrîşî YPG û saziyên Rojava dike û anî ziman ku ev provokasyon hatine pûçkirin. Xelîl ragihand ku Tirkiye dixwaze bi van provokasyonan re zemîneke destwerdanê biafirîne û got, "Ji bo ji xwe re zemîneke nû ya destwerdanê biafirînin, serî li lîstikên bi vî rengî didin."
'JI HER ALÎ VE DEWLETA TIRK DIXWAZE ROJAVA TEVLÎHEV BIKE'
Xelîl diyar kir ku kengî çeteyên DAIŞ'ê li Rojava derbê dixwe, kengî li hembeî DAIŞ'ê pêngavek tê destpêkirin, rayedarên dewleta Tirk bi taybetî jî Erdogan rojevek nû diafîne û ev nirxandin kir: "Dema Girê Spî hat azadkirin û beriya wê dema Çiyayê Kizwanan hat azadkirin, dewlet û rayedarên Tirk rojev diafirandin. Niha jî, dibînin ku cih li DAIŞ a ku alîkariyê didê, teng bûye. Gav bi gav têk diçe. Ji ber vê yekê dixwaze rojeveke din biafirînin. Eger bibînin DAIŞ têk çûye û şikestiye, pêkane ku hin gavên pratîk jî biavêje. Ev êrîşkarî û polîtîkayên provokatîf di çarçoveya konsepteke bi hev ve girêdayî de dimeşe. Di roja îro de jî bi çalakiyên di bin navê 'zimanê dayikê' û bi sorkirina saziyên mîna ENKS'ê re dixwaze Rojava tevlîhev bike. Ji her alî ve Tirk dixwazin li Rojava tevlîheviyê derxînin."
'GEL BI XWEDÎDERKETINA LI HSD'Ê RE BERSIVÊ DIDE DEWLETA TIRK'
Xelîl diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji hemû gel û pêkhateyên herêmê pêk tê û rêxistinbûyîna herî xurt a pêkhateya demokratîk a Sûriyeyê ye. Xelîl got, "HSD ji yekîtiya demokratîk a gelên Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û Tirkmenan pêk tê. Van hêzan bi hev re hêza Sûriyeyeke demokratîk ava kirin. Ev yek li berjewendiyên Tirkan nayê. Dewleta Tirk ji vê aciz e. Ji xwe re hinceta 'YPG a Kurdan e' diafirandin. Bi vî rengî dixwest raya giştî ya cîhanê bikişîne cem xwe û Rojava dorpêç bike. Lê belê, dema HSD ava bû û dest bi pêngavê kir, ji bo êrîşê ti hinceta xwe nema. Ji ber vê yekê wê bixwaze pêşî li pêş de çûna HSD'ê bigire. Wê bixwaze pêşî li pêşketina têkiliyên li qada navneteweyî bigire. Naxwaze HSD a ku destekê ji qada navneteweyî dibîne û li hemberî çeteyên DAIŞ'e pêngavên serketî dimeşîne, bêhtir aktîf bibe."