Di teqîna li Kerboranê de kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Kerboranê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de teqînekê rû da. Di teqîna ku wesayîta zirxî derb xwar de, ji ber parçeyên şarapnelê kesekî bi navê Ramazan Tarî (47) jiyana xwe ji dest da.
Li Kerboranê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de teqînekê rû da. Di teqîna ku wesayîta zirxî derb xwar de, ji ber parçeyên şarapnelê kesekî bi navê Ramazan Tarî (47) jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, saet di 07:00 de, di dema derbasbûna wesayîteke zirxî de teqîneke dijwar rû da. Di teqînê de ku wesayîta leşkerî derb xwar, 2 tîmên tevgera taybet bi giranî birîndar bûn.
Ji ber parçeyên şarapnelê yên di dema teqînê de pengizî, Ramazan Tarî yê ku li Şaredariya Kerboranê weke xebatkarê paqijiyê dixebitî, birîndar bû. Tarî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, lê jiyana xwe ji dest da.
Di dema teqînê de du xwendekarên bi navê Huseyîn û Îdrîs ên paşnavê wan nehat zanîn û li aliyê din ê rê diçûn dibistanê birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.