Gel li Farqînê barîkatên polîsan derbas kir û ket taxan

Li navçeya Farqînê qedexeya kolanan di roja 8'emîn de berdewam dike, berxwedana gel jî li dijî qedexeyan sînoran nas nake.

Li navçeya Farqînê qedexeya kolanan di roja 8'emîn de berdewam dike. Berxwedana gel jî li dijî qedexeyan sînoran nas nake. Girseya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, aktîvîstên KJA'yê û wekîlên HDP'ê jî di nav de bi meşê ketin taxên ku kolan li wan hatine qedexekirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê ku 8 roj in derketina kolanan li welatiyan hatiye qedexekirin, berxwedana gel jî didome. Li navçeya ku di êrîşên tîmên taybet û polîsan a 8 rojan de 7 welatî hatin qetilkirin serhildana gel li dijî qedexeyan didome. Duh li navçeyê di êrîşa polîsan de welatiyên bi navê  Yakup Sinbag û Mehmet Gunduz hatin qetilkirin. Îro jî bi hezaran kesên di nav de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, aktîvîstên KJA'yê û wekîlên HDP'ê Nursel Aydogdu û Sîbel Yîgîtalp, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û Hevseroka MHD'ê Prz. Gulşen Ozbek jî hene bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Farqînê" meşiyan taxên Konak, Mescit û Tekelê. Dema girse ket nava taxan polîsan êrîş kir. Nêviyê girsê bi polîsan re şer kir û nêvî jî ketin nava taxê.