DÎHA cara 26. hat astengkirin - HAT NÛKIRIN

TÎB’ê cara 26. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) asteng kir.

Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku tevî hemû zext û zoriyan weşana xwe didomîne, cara 26. ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê (TÎB) ve hat astengkirin. Navnîşana 26. a DÎHA, www.dihasistem.com.tr ji aliyê TÎB’ê ve hat astengkirin.

Xwendevan û aboneyên bixwazin xwe bigihînin ajansê dikarin bernameyên; "https://hide.me/en/proxy" an jî "http://www.tamindir.com/zenmate/" daxin kompîter û telefonên xwe û xwe bigihînin DÎHA. Kesên van bernameyan daxin dikarin xwe bigihînin yek ji 26 navnîşanên DÎHA.