Gunduz û Sînbag ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyê Mehmet Gunduz û Yakup Sinbag ên duh li Farqînê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin, ji aliyê hezaran kesan ve li Farqînê hatin definkirin.

Cenazeyê Mehmet Gunduz û Yakup Sinbag ên duh li Farqînê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin, ji aliyê hezaran kesan ve li Farqînê hatin definkirin.

Duh li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşên tîmên taybet de Mehmet Gunduz û Yakup Sinbag hatin qetilkirin. Malbat û saziyên sivîl ên civakî piştî cenazeyên Gunduz û Sînbag ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê wergirtin, li Farqînê bi girseyek mezin defin kirin. Karwanê cenazeyê Mehmet Gunduz, li gundê Qurtê bi girseyek mezin hat pêşwazîkirin. Cenaze piştre li ber avahiya HDP'ê ya Farqînê hat pêşwazîkirin. Girse bi dirûşmên, "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana Farqinê" meşiya ber avahiya şaredariyê. Bi hezaran kesan di merasîma cenaze de sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin meşiyan gundê Tilmisê. Bi sedan maşîneyên tevlî karwanê cenaze bûn û çûn gundê Tilmisê û li Tilmisê ji aliyê hezaran kesan ve cenaze hat definkirin. Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Hasan Pençe, xwest êdî rayedarên hikûmet û dewletê dawî li komkujiyê bînin.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek jî êrîş û komkujiyên ku dewlet li ser gelê Farqînê pêk tîne şermezar kir. Şîmşek, xwest hemû gelê Kurdistanê li berxwedana Farqînê xwedî derkeve.

SÎNBAG JI ALIYÊ HEZARAN VE HAT DEFINKIRIN

Yakup Sinbag yê duh li Taxa Tekelê ya Farqînê hat qetilkirin jî li ber avahiya Şaredariya Farqînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên li ber avahiya Şaredariyê kom bûn, darbesta Sinbag danîn ser milê xwe û heta Goristana Ferîdunê yê li Taxa Ferîdun meşiyan.

Girsê di meşa merasîmê de bênavber dirûşmên, "Bijî berxwedana Farqînê" û "HPG biçe eniyê bersiv bide" berz kirin. Di meşê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Ali Şîmşek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Berdevka demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata, Wekîlên HDP'ê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn.

Girsê piştî darbesta cenazeyê Sînbag li ser milan heta goristanê meşiyan, li ser goristanê rêz hat girtin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, xwest dewlet rêzê nîşanî biryara xwerêveberiyan bide û tank û topên xwe ji nava bajar vekişîne.

Yuksek, bang li hemû sazî û rêxistinên Tirkiyeyê kir û xwest hemû parçeyên Tirkiyeyê piştgiriyê bide gelê Farqînê û li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bike.

Ji bo Sînbag li qehweya li hemberî şaredariyê û ji bo Gunduz jî li gundê Timlisê malên sersaxiyê hatin vekirin.