Artêşa Tirk êrîşî Kobanê kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk li ser çeperên wan didomin. Her wiha YPG’ê destnîşan kir ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundê Ebik Şêx de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê êrîşên artêşa Tirk li ser sînor Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser gundê Ebik Şêx de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de wiha hat gotin: “Êrîşên arteşa Tirk ên 24’ê Cotmeha 2015’an li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin didomin.

10’ê Mijdarê (îro) di navbera saet 10.00 û 11.00’an de arteşa Tirk li dijî gundê Çarikliyê ya dikeve li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê bi çekên giran a A-4 ve êrîşek li dar xist.

Di  10’ê Mijdarê (îro) çeteyên DAIŞ’ê di navbera saetên 11.00 û 12.00’an de li dijî gundê Ebik Şêx a dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê bi topên hawanan êrîşek li dar xist. Di êrîşa  çeteyên DAIŞ’ê ya ku hemwelatiyên sivîl hedef digirt de 4 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan û  1 jê zarok 2 kes jî birîndar bûn.”