Tê gotin, yên êrîşî gel dikin bi Erebî diaxivin

Hat îdîakirin, ku di nava hêzên dewleta Tirk ên li Farqînê êrîşî gel dikin de, komek heye û ev kom di nava xwe de bi Erebî diaxive.

Beriya niha di dema qedexeya derketina derve û êrîşên li Cizîr û Nisêbînê de, hatibû îdîakirin ku di nava hêzên dewletê yên êrîş dikin de komek bi Erebî diaxive hebûn û ev kom ji çeteyên DAIŞ'ê pêk dihat.

Îdîayeke bi heman rengî vê carê li Farqînê hat bilêvkirin. Wezîfedarên tenduristiyê yên li Farqînê ku nexwest navên xwe aşkera bikin gotin, "Hin kesên bi kincên tîmên taybet ên birîndar hatin nexweşxaneyên, bi hev re bi Erebî diaxivîn."

Wezîfedarên tenduristiyê diyar kirin ku riya van kesan mîna yên çeteyên DAIŞ'ê dirêj in û bi hev re bi Tirkî neaxivin, bi Erebî diaxivin.