HPG: Li Amedê 4 hevrêyên me şehîd ketin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên 7’ê Mijdarê di pevçûna li bejahiya navçeya Pîran a Amedê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla yên li Çelê û Mêrdînê agahî da:
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember herêmên Metîna û Zapê bomberdûman didomin.
LI ÇELÊ ÇALAKIYA GERÎLA
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ragihand ku 9’ê Mijdarê hêzên gerîla li hember leşkerên li Tûgaya Çelê ya Colemêrgê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin; artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakir.
Piştî çalakiyê herêmên Şehîd Mazlûm û Dola Feqîra bi obus, hawan û tankan hat bomberdûmankirin.
LI HEMBER BENDA ILISÛ ÇALAKÎ
HPG’ê destnîşan kir ku 9’ê Mijdarê saet 13.30’an hêzên gerîlayan li hember leşkerên ewlehiya benda Ilisû ya navbera navçeyên Kerboran û Midyadê yên Mêrdînê digirtin, çalakî li dar xistine.
Têkîldarî çalakiyê ev agahî hatin dayîn;
“Di vê çalakiyê de çeperek hat îmhakirin, hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakir; helîkoterên Kobra rasterast derdora xwe gulebaran kirin. Vê çalakiya ji bo bîranîna 3 hevalên me yên li Gabarê şehîd ketin pêk hat.”
LI AMEDÊ 4 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
HPG’ê di daxuyaniya xwe de nasnameyên 4 gerîlayên di pevçûna 7’ê Mijdarê li navçeya Pîran a Amedê jiyana xwe ji dest dane ragihand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “7’ê Mijdarê li navçeya Pîran a Amedê, di operasyona artêşa TC de pevçûnê rû da, me ragihandibû ku 2 hevalên me gihiştine şehadetê, di pevçûnên li vir 4 hevalên me yên bi lehengî li ber xwe dan gihiştine şehadetê.”
Agahiyên nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Mahîr Solhan
Nav-Paşnav: Tacettîn Uçar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Nuriye – Mehmet Şah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Mijdara 2015 / Amed
Nasnav: Sefkan Şahîn
Nav-Paşnav: Şahîn Aykutalp
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik-Bav: Gulperî - Hakîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Mijdara 2015 / Amed
Nasnav: Serbest Spî
Nav-Paşnav: Çiya Karaalî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Heves - Nîzamettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Mijdara 2015 / Amed
Nasnav: Şahîn Zaza
Nav-Paşnav: Îbrahim Çelebî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Medine - Zulfu
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Mijdara 2015 / Amed