Waliyê berê yê Kerkûkê: Divê pêşeroja Kerkûkê ji aliyê Kerkûkiyan ve bê diyarkirin

Waliyê berê yê Kerkûkê Abdûrrahman Mûstafa ku di navbera salên 2003-2011'an de 8 salan Kerkûk bi rê ve bir destnîşan kir, ku divê statû û sîstema Kerkûkê, ji aliyê gelên Kerkûkê ve were diyarkirin.

Waliyê berê yê Kerkûkê Abdûrrahman Mûstafa ku di navbera salên 2003-2011'an de 8 salan Kerkûk bi rê ve bir destnîşan kir, ku divê statû û sîstema Kerkûkê, ji aliyê gelên Kerkûkê ve were diyarkirin.

Di xala 140. a Destûra Bingehîn a Iraqê de tê gotin; "biryara li ser çarenûsa Kerkûkê ji aliyê gelê Kerkûkê ve bi referandûmê tê dayîn." Lê belê mijara cihê ku Kerkûk pê ve girêdayî be, hînê rewşeke xumamî ye. Tevî ku di ser dema referandûm were kirin re sal derbas bûn jî hînê referandûm nehat kirin û statûya Kerkûkê jî nehat diyarkirin.

LIHEVNEKIRINA HIKÛMETAN, PIRSGIRÊK TALOQ KIR

Waliyê berê yê Kerkûkê Abdûrrahman Mûstafa da xuyakirin ku ji ber rewşa lihevnekirî ya navbera rêveberên Bexda û Hewlêrê, pirsgirêk gihaştiye heta roja îro û anî ziman ku ev rewşa ne diyar herî zêde bandorê li gelê Kerkûkê dike, lewma divê xala 140. tavilê bi cih bê anîn.

Mûstafa çavkaniya pirsgirêkê bi vî rengî vegot: "Weke ku tê zanîn pirsgirêka Kerkûkê pirsgirêkeke kevin û zehmet e. Bêguman, lihevnekirina rêveberiya Kurd û rêveberiya Bexdayê bû yek ji wan sedeman ku ev pirsgirêk taloq bibe û bigihêje heta roja îro."

RÊVEBERIYA BAASÊ BI DEMOGRAFIYA KERKÛKÊ LÎST

Waliyê berê Mûstafa da xuyakirin ku di dema rêveberiya Baasê de Kerkûkê zor û zehmetiyên mezin kişandiye û ragihand, ku rêveberiya Baasê bi demografiya Kerkûkê lîstiye.

Mûstafa got, "Rejîma Baasê, 4 navçeyên herî mezin ên Kerkûkê ji ber ku şêniyên wê Kurd in, ji bajêr qut kir û Ereb û Tirkmen anî li Kerkûkê bi cih kir. Bi vî rengî hewl da xwezaya wê, demografiya wê biguherîne. Bêguman vê yekê rewşa aloz kûrtir kir. Derxistina Iraqê ji destê rejîma Baasê, kêm be jî dilê gelê Kerkûkê rehet kir. Kêm be jî pirsgirêk hinek çareser bûn. Piştre di navbera rêveberiya Kurd û rêveberiya Bexdayê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê hevdîtin hatin kirin, diyalogê destpê kir."

XALA 58. BI CIH NEHAT ANÎN

Abdûrrahman Mûstafa diyar kir ku Xala 58. a Destûra Bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê, rêbazeke ji çend qonaxan destnîşan dike û ragihand, ku li gorî van qonaxan wê zerara ku rejîma Baasê daye Kerkûkê ji holê bihata rakirin û Kerkûk li rewşa xwe ya berê vegeriya; qonaxeke din jî serjimartin bû û herî dawî wê referandûm bihata kirin.

Mûstafa da zanîn ku rêveberiya Bexdayê vê pirsgirêkê timî taloq dike û naxwaze çareser bibe. Mûstafa ev nirxandin kir:

"Kurdan ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, gelek hewl dan. Herî dawî bi xala 140. a Destûra Bingehîn re ji bo pirsgirêka Kerkûk û yên mîna wê, rêya çareseriyê hat destnîşankirin. Ji bo vê komîte hat avakirin. Beşeke mezin li Bexdayê bû, lê di heman demê de beşek ji hemû cihêrengiyan li Kerkûkê bû.

Komîteyê di destpêkê de ji bo sererastkirina demografiya ku Baasê xera kir, dest bi kar kir. Lê belê rêveberiya Bexdayê her carê astengî û pirsgirêk derxist. Lewma, ji ber ku ev xal li van astengiyan aliqî, heta roja îro hat. Beriya referandûmê diviyabû serjimartin bihata kirin, lê belê ev jî nehat kirin.

Xala 140'î, ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê û diyarkirina statûya wê, gelekî girîng bû. Ji ber ku bi vê yekê re wê li ser pêşeroja Kerkûkê gelê Kerkûkê biryar bida. Lê belê ev nebû. Lê divê ji niha û pê ve bi lez û bez were kirin. Ji ber di rewşa heyî de girîngiya pêwîst ji Kerkûkê re nayê nîşandan."

DIVÊ GELÊN KERKÛKÊ BIRYARÊ LI SER PÊŞEROJA KERKÛKÊ BIDIN

Waliyê berê Abdûrrahman Mûstafa ragihand ku divê xala 140. bi lezgînî bi cih were anîn û destnîşan kir, ku divê gelên Kerkûkê biryarê li ser pêşeroja Kerkûkê bidin.

Mûstafa herî dawî ev nirxandin li ser mijarê kir: "Gelên Kerkûkê bixwaze wê xweser be, bixwaze wê bi herêma Kurdistanê ve girêdayî be, bixwaze bi rêveberiya Bexdayê ve. Divê gelên Kerkûkê biryara vê bidin û hemû alî jî hurmetê nîşanî vê bidin.

Bêguman çaresernekirina vê pirsgirêkê, li pêşiya xizmetê dibe asteng. Mînak; divê gelê Kerkûkê ji petrola Kerkûkê sûdê werbigire. Kerkûk ne li cihê ku mafê xwe ye. Rewşa heyî ya nediyar, tevî aboriya gel, ji aliyê psîkolojîk û civakî ve jî zor û zehmetiyan derdixîne pêşiya civakê. Ji ber vê yekê, hêvîdar im hemû alî wê rêyeke hevpar bibînin û pirsgirêka statûya Kerkûkê tavilê çareser bikin."