Êrîşa çeteyan a li Şengalê hat paşdexistin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 9’ê Cotmehê li Şengalê hat paşdexistin û çeteyek hat kuştin.

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa li navenda Şengalê ev agahî da;
"9’ê Mijdarê saet 12.00’an çeteyên DAIŞ’ê yên zêdetirî 15 êrîşên hewayî pêk anîn, piştî topbaranê dest bi êrîşê kirin. Di navbera çeteyên ku ji navenda Şengalê êrîş kirin û yekîneyên me yên berxwedanê de pevçûneke demkurt rû da. Di pevçûnên li sûka jêr de jî bi qasî bi çav hatiye dîtin çeteyek hat kuştin 2 çete jî birîndar bûn. Li hember vê êrîşa çeteyan pêşmergeyan jî bersiv dane.
YBŞ’ê her wiha diyar kir ku 9’ê Cotmehê saetên nîvro balafirên şer ên koalîsyonê çeteyên li navenda Şengalê çend caran bombe kirine, lê der barê encaman ti agahî negirtine.