Li Farqînê êrîşa hewayî, agahiyên têrker ji 3 taxan nayê wergirtin
Li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê, ku derketina derve lê qedexe ye, êrîşa hewayî hat kirin. Tê gotin ku ji ber êrîşê mirî û birîndar hene.
Li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê, ku derketina derve lê qedexe ye, êrîşa hewayî hat kirin. Tê gotin ku ji ber êrîşê mirî û birîndar hene.
Li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê, hêzên dewleta Tirk êrîşa hewayî kirin. Tê gotin ku ji ber êrîşê mirî û birîndar hene. Hat ragihandin ku êrîş bi giranî li hemberî Meydana Azîzoglû hatiye kirin.
Her wiha polîsên tevgera taybet jî ji megafona wesayîtên zirxî û mizgeftan anonsa 'taxê vala bikin, naxwe em ê guleyan li we hemûyan bireşînin' dikin.
Cîgira Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner diyar kir ku ji ber têkiliya bi taxê re qut bûye, ew nikarin der barê windahiya can û birîndaran de agahiyan werbigirin. Tekîner got, "Helîkopter hînê li ser taxê difire."