Operasyona azadkirina Şengalê li Yekaterînbûrgê hat silavkirin

Kurdên li navçeya Jîleznî Darojnî ya bajarê Yekaterînbûrgê dijîn, bi civînekê pêngava azadkirina Şengalê silav kirin. Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar destnîşan kir ku heta Şengal azad nebe, wê dilê Kurdan rehet nebe.

Kurdên li navçeya Jîleznî Darojnî ya bajarê Yekaterînbûrgê dijîn, bi civînekê pêngava azadkirina Şengalê silav kirin. Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar destnîşan kir ku heta Şengal azad nebe, wê dilê Kurdan rehet nebe.

Li navçeya Jîleznî Darojnî ya bajarê Federasyona Rûsya Yekaterînbûrgê, Kongreya Kurdên Êzidî ya Rûsyayê civîna herêmê lidar xist. Civîna li salona Krîvoskî, saet di 10:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di civînê de, tevî xebatên Kongreya Kurdên Êzidî yên li herêmê, rewşa dawî ya li Kurdistanê jî hat nirxandin.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li vir peyivî û da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya AKP û Erdogan plana tesfiyekirina Kurdan tê meşandin.

Cotkar got, "Bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê re nêzîkatiya AKP û Erdogan a li Kurdan gelekî zelal bûye. Dewleta Tirk niha hemû stratejiya xwe li ser tinekirina Kurdan daye rûniştandin. Bi taybetî AKP û Erdogan, destketiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê li hemberî xwe mîna gefeek mezin dibînin û heta dawiyê deriyên xwe li çeteyên DAIŞ'ê vekirine û alîkariya çekan dikin. Tevî hemû bangên aştiyane yên PKK'ê, bersiva AKP'ê qetilkirina sivîlan e. Gelê Kurd wê êdî ji bo parastina xwe û jiyaneke azad a bi rûmet li ber xwe bide."

Cotkar di dema axaftina xwe de bal kişand ser operasyona azadkirina Şengalê ya ji aliyê hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ û YPÊ ve hatiye destpêkirin û got, "Heta ku Şengal azad nebe, dilê gelê me wê rehet nebe."

Cotkar anî ziman ku ev pêngava azadkirian Şengalê gelekî hêja û giranbuhaye û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li her devera lê dijîn,d estekê bidin vê berxwedanê.

Li dû axaftina Cotkar, beşdarên civînê li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

...