HDP'ê êrîşa li Erdîşê şermezar kir
HDP'ê êrîşa polîsên Tirk a li hemberî konê sersaxiyê yê li navçeya Wan Erdîşê şermezar kir.
HDP'ê êrîşa polîsên Tirk a li hemberî konê sersaxiyê yê li navçeya Wan Erdîşê şermezar kir.
HDP'ê êrîşa polîsên Tirk a li hemberî konê sersaxiyê yê li navçeya Wan Erdîşê şermezar kir.
Li navçeya Wan Erdîşê, êrîşa li hemberî konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê Azad Guney ê hat vedan û derbkirina dayikên aştiyê, parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan û binçavkirina nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Yilmaz, ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Wanê ve hate şermezarkirin.
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva, parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan û Tûba Hezer û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hayva anî ziman ku êrîşa hatiye kirin li dijî nirxên gel e û got "têkoşîna me ya siyasî, berxwedana me wê heta dawî bidome."
Hayva wiha axivî: "Piştî hilbijartinan şîdeta polîsan berdewam dike. Cihê ku êrîş lê tê kirin xetere ye. Eger di demên ku êşên giran tên jiyîn de êrîşî sersaxiyan tê kirin divê mirov li ser bifikire. Li Tirkiyeyê gel jî wê li dijî van êrîşên li hemberî nirxan li ber xwe bidin."
Parlamenter Botan jî got ku ew li bendê ne Waliyê Wanê der barê polîsên êrîşkar de lêpirsîna pêwîst bide destpêkirin. Botan bilêv kir ku ew ê giliyê êrîşkaran bikin.