HPG: Li Amedê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di şerê 5-6'ê Mijdarê yên li Amedê de qewimîn herî kêm 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di şerê 5-6'ê Mijdarê yên li Amedê de qewimîn herî kêm 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, di şerê 5'ê Mijdarê yê li Tinegrat a li bejahiya navçeya Amed Pîranê di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de qewimî, herî kêm 6 leşker mirin, 6 leşker jî birîndar bûn.
Roja 6'ê Mijdarê jî, li hemberî yekîneyên amadekarî dikirin êrîşî Şehîdgeha Şêx Seîd bikin êrîşeke sabotajê hat kirin û di encamê de 2 leşker mirin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê beşek ji yekîneyên leşkerî roja 6'ê Mijdarê xwe vekişandin û hin komên artêşa Tirk li herêmê kemîn danîne.
HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk di vê operasyonê de mizgeft û beşek ji gorên li Şehîdgehê hilweşandiye û bomberdûmana xwe ya li herêmê didomîne.
HPG'ê da zanîn ku di dema vî şerî de têkilî bi komek gerîla re qut bûye û der barê aqûbeta gerîlayan de, agahiyên werin bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA MALABADÎ
Gerîlayan duh yekîneyên artêşa Tirk ên ji qereqola Malabadî ya Farqînê derketin operasyonê, hedef girtin û derbên bi bandor li wan xistin. Hat ragihandin ku der barê windahiyên artêşa Tirk ên di vê bûyerê de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
LI ŞEMZÎNANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Her wiha, HPG’ê ragihand ku di çalakiya hêzên gerîla ya li hember qereqola Helena ya girêdayî navçeya Şemzînan a Geverê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
HPG’ê der barê bomberdûman û tevgera hewayî ya artêşa Tirk de ev agahî da:
“6’ê Mijdarê saet 12.20’an tabûra leşkerî ya Licê ya Tirk; herêma Sîsê da ber obusan.
6’ê Mijdarê saet 09.30’an helîkopterên Kobra, girê Şehîd Gafûr ê li xeta sînorê herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, rasterast gulebaran kir.
6’ê Mijdarê saet 20.00-21.00’an balafirên şer herêma Şehîd Rahîme bomberdûman kir.
6’ê Mijdarê saet di navbera 18.00 û 7’ê Mijdarê (îro) saet 11.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê ser xeta sînor geriya.
6’ê Mijdarê saet 20.00-22.30’an Tepê Maymûn, qereqolên Vacîp û Alaya Topavêj a Gulyazi yên li xeta sînorê herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê; herêmên Deriyê Dawetiya, Girê Nêriya, Dola Bêtalma, Kêlik û Şehîd Şêxmûs bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.
6’ê Mijdarê saet 23.00-00.00’an qereqola Tepê Sor a girêdayî Tûgaya Çelê ya Colemêrgê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Şehîd Şoreş, Şehîd Mazlûm û Tepê Hakkarî yên li xeta sînorê herêma Metîna bi obus û hawanan bomberdûman kir.
6’ê Mijdarê saet 16.00-20.00’an qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; herêma Devê Masî û herêmên derdora wê da ber obus û hawanan. Her wiha saet 17.00-17.30’an qereqola Êrîş, herêmên Xeregol û Canmeda bi obusan bomberdûman kir.
6’ê Mijdarê saet 12.00-16.30’an û saet di navbera 21.00 û 7’ê Mijdarê saet 07.00’an de li ser herêma Zapê, 7’ê Mijdarê saet 00.00-06.00’an li ser herêma Metîna pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 7’ê Mijdarê saet 00.00-06.00’an li ser herêma Metîna tevgera balafirên şer çêbû.”