Kader Ortakaya, Li Mersîn, Edene û Îzmîrê hat bîranîn

Kader Ortakaya ya li sînorê Kobanê par ji aliyê leşkeran ve hate qetil kirin li Mersîn, Edene û Îzmîrê hate bibîranîn.

Kader Ortakaya ya li sînorê Kobanê par ji aliyê leşkeran ve hate qetil kirin li Mersîn, Edene û Îzmîrê hate bibîranîn.

MERSÎN

Ji bo Kader Ortakaya ya par li sînorê Kobanê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, bi pêşengiya TOP-G'ê li Ozgur Çocuk Parki ya Mersînê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Beriya bernameya bîranînê, girseya li ber avahiya partiyê kom bû û heya parkê meşiya.

Piştî meşê endama TOP-G'ê Şîlan Surmelî li ser navê girseyê daxuyaniya çapemeniyê da û got "Rêheval Kader, vîna jinê ya berxwedena dîrokî ya Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bû."

Piştî axaftinan girseyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist.

EDENE

Li Edeneyê jî endamên TOP-G'ê li avahiya KURDÎ-DER'e bernameyek li dar xist. Di bernamê de pêşandana sînevîzyonê hate kirin û piştî pêşandanê hevalên Ortakaya der barê wê de bîranînên xwe anîn ziman.

ÎZMÎR

Ji bo Ortakaya li Şaxa 2’yemîn a Egîtîm Sen a Îzmîrê aktîvîteya bîranînê hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn. Li salonê wêneyên Ortakaya û Fermandarê BOG Azîz Guler, li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û pankart hatibûn daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir. Pêşendana sînevîzyonê pêk hat.

Endamê TOP-G Erkan Batmaz diyar kir ku Ortakaya ji bo avakirina hevpariya dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û çîna karkeran çûbû wir. Batmaz destnîşan kir ku qatil nas dikin û wê têkoşîna Ortakaya bidomînin û wiha berdewam kir: “Em qatilan nas dikin. Herî dawî li Enqereyê berî wê jî li Pirsûsê em nas dikin. Em ji tevahî komkujiyên dîroka Tirkiyeyê nas dikin. Îro AKP’e sibe hikûmetek din. Em bi zîhniyeteke ku ên ne ji xwe red dike re rû bi rû ne. Ji bo li hember vê zîhniyetê em bibin Kader, em li vir in.”

Piştî axaftinan, aktîvîte bi kursiya serbest berdewam kir.

Endamên TOP-G aktîvîteya bîranînê li pêşiya stasyona metro ya Karşiyaka li dar xistin. Di daxuyaniyê de wêneyên Ortakaya hatin rakirin, Mihrîban Dûman axivî û diyar kir ku Ortakaya di têkoşîna gelan de di refên herî pêş de têdikoşiya. Dûman bi bîr xist ku qatilên Ortakaya desthilatiya AKP’ê ye û wiha axivî: “Qatilên hevrêya me Kader diyar in. Yên ji DAIŞ’ê re bibûn çeperên pişt, ên dixwestin berxwedana Kobanê bifetisînin û Rojava bixînin, yanî di encam de desthilatiya AKP’ê ya TC’ê ya ku dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike ye.”