Şervanên HSD’ê yên ber bi Holê ve diçin 54 çete kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li derdora Holê û Xatûniyê 54 çete kuştin, gundek rizgar kirin, wesayîteke bombebarkirî rûxandin û gelek alavên leşkerî yên çeteyan desteserkirin.

Operasyona hêzên HSD’ê ya li herêma Holê ya Hesekê ku li dijî komên çete yên DAIŞ’ê dane destpêkirin di roja xwe ya 8’an de didome. Di encama operasyonê de şer û pevçûn bi dijwarî didomin û şervanên HSD’ê ber bi bajaroka Holê ve pêşve diçin.
Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê îro saet di 06.25’an de çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî xwestin êrîşî Sihêfat ê dikeve 6 km rojhilatê Holê bikin, şervanên HSD’ê bi çeteyan hisiyan û beriya wesayîta çeteyan bigihêje armanca xwe ji dûr ve teqandin.
Di heman dema li gundê Sihêfat wesayîta çeteyan hate rûxandin, çeteyan li gundê Seat Mehmûd a dikeve başûrê gundê Sihêfat êrîş kirin. Li vir şervanên HSD’ê bersiveke tund dan çeteyên êrîşkar û di navbera her du aliyan de şerê dijwar qewimî. Di şerê ku heta saet 10.30’an dewam kir de herî kêm 29 çete hatin kuştin, ji van gelek cenaze ketin destê şervanan, her wiha gelek alavên leşkerî kete destê şervanên HSD’ê.
Her wiha hat diyarkirin ku şervanên HSD’ê li dijî çeteyên li gundê Hesabat ê dikeve 2 kîlometreyan başûrê Gola Xatûniyê operesyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de şerê dijwar di navbera şervanên HSD’ê û komên çete de rû da. Di şer û pevçûnan herî kêm 25 çete hatin kuştin û gund bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin.
Di pevçûnên li gundê Hesabat de şervanên HSD’ê wesayîteke çeteyan, 2 RBG û 4 rokêtên wê, 1 BKC, 200 guleyên wê, 2 zincîrên BKC, 13 keleşnîkov, 300 guleyên wê, 3 şarjorên keleşê, 1 mertalên leşkerî, 1 çete M16, bêtêlek, 15 rext û 30 mayînên çeteyan desteserkirin.
Operasyona şervanên HSD’ê li herêmê bênavber dewam dike.