'Şehîdên Cotmehê' li Nantes û Brukselê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn.
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn.
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn.
NANTES
Ji bo gerîlayên HPG'ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Zagros) û Îsmaîl Gurkan (Şiyar) ên di 22'ê Cotmehê de li bejahiya navçeya Erzîrom Qereyaziyê di şerê li hemerî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Nantesê hatin bîranîn. Di merasîma li Komeleya Çanda Kurd a Engîn Sîncer de, Kurdistaniyên li bajarê Nantesê dijîn û xizmên gerîlayê HPG'ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Zagros) amade bûn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Dûre li ser jiyan û dilsoziya Harûn Zagros a bi têkoşîna azadiyê re axaftin hatin kirin. Qisekeran bal kişandin ser şerê ne însanî yê gladyoya AKP-Erdogan li hemberî gelê Kurdistanê dimeşîne û banga dijderketina li vî şerî û xwedîderketina li cangoriyan kirin. Pismamê Zagros Mûrat Bozkûrt di axaftina xwe ya li vir de got, "Em bi şehîdê xwe re serbilind in" û destnîşan kir ku ti zîhniyet wê nikaribe vîna gelê Kurd bişikîne. Li dû axaftina Bozkûrt, sînevîzyon hat nîşandan.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan Gulnaz Karataş (Bêrîtan û Sîbel Ograş bibîr anî.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Emel Golu peyivî û gerîlayên jin ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Golu berxwedana Bêrîtan a li dijî xiyanetê vegot.
Piştre dayika Ograş Sûltan Ograş mafê axaftinê girt û diyar kir ku keça wê Sîbel Ograş li hemberî leşkerên Tirk şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Dayik Ograş anî ziman ku Sîbel Ograş ji xeta têkoşîna azadiyê ya pê bawer bû ti carî tawîz nedaye û bi berxwedaneke lehengî şehîd ketiye.
Li dû axaftinan beşdarên merasîmê li fîlmê 'Bêrîtan' temaşe kir. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.