Geveriyan heta danê sibehê li ber xwe dan

Tîmên tevgera taybet duh bi şev êrîşî taxên Esentepe, Esenyûrt û Cûmhûriyet ên navçeya Colemêrg Geverê kirin. Geveriyan jî heta danê sibehê li dijî êrîşa çekdarên dewletê li ber xwe dan.

Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmên tevgera taybet duh êvarê saet di 22:00 de bi wesayîtên zirxî êrîşî taxên Esenyûrt û Esentepeyê kirin. Kurdistaniyên li navçeyê jî li dijî êrîşan daketin kolanan û çalakiya dengderxistinê pêk anîn. 

Tîmên taybet demeke dirêj tax gulebaran kirin û gaza îsotê avêtin taxan. Tîmên taybet ên ku nikarîbûn berxwedana gel bişikînin, piştî saetekê xwe vekişandin. Bendên xweparastinê yên li taxan jî ji aliyê ciwanan bêhtir hatin xurtkirin.

Polîsan ber destê sibehê jî hewl dan bikevin herêma Kanî Heyder a li taxa Cûmhûriyetê, ku duh 2 caran êrîş pêk anîbûn. Tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî ve hatin. Êrîşa tîmên tevgera taybet bi berxwedanê hat pûçkirin. Piştre hêzên teqwiye hatin taxê û di encama berxwedana gel de van hêzan jî neçar man bi wesayîtên xwe yên zirxî xwe vekişînin.