Li Şemzînanê 2 zarok bi giranî birîndar bûn

Li Şemzînanê, 2 zarokên cismek li nêzî qereqolê dîtin pê lîstin û ji ber teqîna vî cismî her du zarok bi giranî birîndar bûn.

Li gundikê Kampa Dê ya ser bi gundê Durê yê navçeya Colemêrg Şemzînanê, zarokên bi navê Menîsa Firat (11) û Sûat Firat (10) ên cismek li nêzî Qereqola Durê dîtin, pê lîstin û ji ber ku cism bi destê wan de teqiya bi giranî birîndar bûn. 

Zarokên giran birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat ragihandin ku ji birîndaran Sûat Firat, destên wî jê bûne, lingekî wî parçe parçe bûye û çavên xwe winda kiriye. Rewşa Menîsa Firat jî xetere ye.