Rêveberê ÎHD'ê Osman Kundeş ê di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û salekê dîl hat girtin got, "Ez bawerim ku rewşa niha û ya salên 90'î ji hev cuda bin. Qet nebe wê demê qedexeya derketina derve tinebû. Li mirovên derdikevin kolanan gule nedihatin reşandin. Di rewşeke bi vî rengî de ya winda bike, Tirkiye bi xwe ye."
Rêveberê ÎHD'ê Osman Kundeş, der barê revandina xwe û cînayetên hêzên kontra de ji ANF'ê re axivî.
Kundeş diyar kir ku weke Serokê Sendîkaya Belediye-Îş'ê ew timî dihat binçavkirin û got, "Roja 6'ê Çileya 1995'an, 2 polîs hatin. Polîsan gotin ku ew hatine çayê vexwin. Lê belê ji ber ku bi saetan ji avahiya sendîkayê derneketin, min ji wan re got, 'we çaya xwe jî vexwarin, hûn dikarin derkevin'. Wan jî ji min re got, ku meha Remezanê ye, ji bo dema xwe derbas bike, ew hatine vê derê. Berêvarê, ji bo fitarê dema diçûm ala xwe ya li kolana li rawestgeha Gok Taksî, du kesên ji Torosa spî ya li kolanê peya bûn, ji min re gotin, 'îfadeyeke we heye, divê hûn bên qereqolê'. Tevî ku min ji wan re got, ez bi rojî me, piştî fitarê ez ê teqez bêm jî, wan ev daxwaza min red kirin. Dûre dest û çavên min girê dan û ez revandin. Min nizanîbû, min bi ku ve dibin. JÎTEM'ê ez revand û salekê ez li cihekî binê erdê yê hatibû kolandin, ragirt. Ya rast, naxwazim wan rojan bînim bîra xwe, ji her ku heman kêliyan dîsa dijîm."
Kundeş da xuyakirin ku ti cudahî di navbera rewşa niha û ya salên 1990'î de nîne û ev yek destnîşan kir: "Di salên 90'î de qet nebe qedexeya derketina derve tinebû. Li mirovên derdikevin kolanan gule nedihat reşandin. Di vê rewşê de ya ku winda bike Tirkiye bi xwe ye. Îro bi çavê dijminatiyê li her kesî tê temaşekirin. Lê belê ev dewlet neçar e bi vî gelî re li hev bike û bi vî rengî bijî. Ji ber ku em mirov in û daxwaza jiyana mirovane, mafê me yê herî xwezayî ye. Bi salane têkoşîn ji bo vê tê dayîn, lê belê yên ku li meqamên xwe, li berjewendiyên xwe difikirin, di vê oxirê de welêt dixin nava êgir."
Kundeş diyar kir ku li vî welatî qala 17 hezar kuştinên kiryar nediyar tên kirin û got, "Li vî welatî siyasetmedar, rojnamevan, karker, karsaz hatin revandin. Malbat hînê li hestiyên zarokên xwe digerin. Dewlet hewl dide bi tazmînateke ji çend qurişan, xwe mafdar nîşan bide. Heta roja îro hesab ji kujeran nehat pirsîn. Bi sedan endamên JÎTEM'ê yên mîna Cemal Temîzoz li rojhilatê Firatê hatin bicihkirin. Heta ku ev cînayetên qirêt ên salên 1990'î neyên ronîkirin, nepêkane ku aştî, demokrasî û mafên mirovan bê vî welatî. Jİ bo avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan divê pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê destpêkirin û bi avakirina komîsyoneke serbixwe re hemû kesên pêwendiya xwe bi van cînayetên qirêj hene, bên tespîtkirin. Heta ku aştî nebe, ne bawerim ku kuştinên kiryar nediyar jî bên ronîkirin. Di arşîvên dewletê de hemû hene; kê li ku derê kîjan cînayet kiriye. Di raporên 20 salan ên ÎHD'ê de jî der barê kiryaran de ji sedî 80 agahî hemû hene."
Kundeş ragihand ku di salên 1990'î de êş û dramên gelekî mezin bi serê gelê li herêma Kurdistanê dijîn hat anîn û bal kşand ser kuştinên kiryar nediyar, windahî, valakirina gundan, zext û zordariya wê demê.
Rêveberê ÎHD'ê Osman Kundeş anî ziman ku ji bo demokratîkbûyîna vî welatî û li rû hev hatina bi paşerojê re, wan gelek caran xwestine Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan bê avakirin û got, "Me gelek caran xistin rojeva Meclîsê. Lê belê hikûmetê nexwest xwe nêzî vê bike. Ji ber ku tiliya dewletê bi xwe di van cînayetan de heye. Şebekeya cînayetê JÎTEM û hêzên kontra, rêxistinbûyînên xwe ji dewletê xwedî dikin e. Ji xwe, eger partiyên siyasî yên li vî welatî bû desthilatdar bi berpirsyariya xwe rabûna, wê rewşa niha nebûya. Hemû cînayetên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine kirin, di arşîva dewletê de hene. Lê belê ji ber ku ev arşîv bi ti awayî nayên vekirin, dem di ser hemû dozên ji aliyê malbatên mexdûran ve tên vekirin re derbas dibe."