KCK: Ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe bidin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Girîng e gelê me û hêzên demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya Rêber Apo li ber xwe bide.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Girîng e gelê me û hêzên demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya Rêber Apo li ber xwe bide.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku zêdeyî 7 meh in bi awayekî şidandî û girankirî tê meşandin û got, "Girîng e gelê me û hêzên demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya Rêber Apo li ber xwe bide. Nêzîkatiya li Rêberê gelekî, nêzîkatiya li wî gelî ye. Zilm û zordariya îro li gelê me û Rêberê me tên kirin, paralelî hev tên meşandin. Divê ti kes, polîtîkayên li hemberî gelê me û Rêberê me tên meşandin, ji hev cuda nebînin... Ji ber vê yekê divê gelê me li dijî vê polîtîkaya li hemberî Rêber Apo tê birêvebirin tavilê rabe ser piyan û nîşanî tevahiya cîhanê bide ku ev polîtîkaya li dijî Rêber Apo nayê qebûlkirin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP zêdeyî 7 meh in tecrîdeke şidandî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, nahêle malbat û parêzerên xwe bibîne û got, "Tevî ku ev tecrîd weke polîtîkayekê tê birêvebirin, medya alîgirê AKP'ê, li ser navê Rêber Apo nûçeyên bi armanca şerê psîkolojîk amade dike û diweşîne. Rêber Apo di nava zexteke psîkolojîk û tecrîdeke giran tê ragirtin. Di vê rewşê de çêkirina nûçeyên bi vî rengî, bê exlaqî ye. Li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gel, bi her awayî zext û şerekî bi polîtîkayên qirêj tê birêvebirin. Di heman demê de li dijî Rêber Apo jî şerek tê meşandin. Rêber Apo, ji ber ku li hemberî polîtîkayên AKP'ê helwest nîşan daye, zêdeyî 7 meh in di nava tecrîdê de tê ragirtin. Dema Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ku bi keda bi salan a Rêber Apo hat afirandin red kir, gava ku got 'pirsgirêka Kurd nîne, mase nîne', Rêber Apo jî li dijî van polîtîkayên xapînok û durû yên AKP'ê helwest nîşan da. Rêber Apo ji heyeta diçû Îmraliyê re jî got ku helwestên Tayyîp Erdogan û AKP'ê, polîtîkayên destpêkirina şer e û hişyarî dabû ku pêkane careke din destûra hevdîtinê ji wan re neyê dayîn. Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê jî beriya demeke nêz, ev hişyariyên Rêber Apo bi raya giştî re parve kiribû."
KCK'ê da xuyakirin, ku AKP wateya polîtîka û şerê AKP'ê li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd daye destpêkirin ji aliyê raya giştî ve neyê dîtin û fêmkirin, ev 7 meh in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke şidandî de radigire. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku tevî vê rastiyê jî, bi awayekî bêşerm û fedî derewa 'HDP yan jî PKK'ê, Rêberê Gelê Kurd Ocalan li Îmraliyê xistine nava tecrîdê' tê kirin û destnîşan kir, ku ev derew ji bilî bêşermiyê nayê wateya ti tiştî.
‘JI BO TECRÎDA LI SER RÊBER APO RABE DIVÊ DEST BI BERXWEDANÊ BÊ KIRIN’
KCK’ê diyar kir ku li hember van polîtîkayên AKP'’ê hemû gelên Tirkiye û raya giştî divê helwest bigirin û got. “Gelê me û hêzên demokrasiyê li hember vê polîtîkayê pêwîst e rabin ser piyan, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û ji bo azadiya Rêber Apo pêwîst e dest bi berxwedanê bê kirin. Nêzîkatiya li Rêberê gelekî, nêzîkatiya li wî gelî ye. Zilm û zordariya îro li gelê me û Rêberê me tên kirin, paralelî hev tên meşandin. Divê ti kes, polîtîkayên li hemberî gelê me û Rêberê me tên meşandin, ji hev cuda nebînin. Şerê dijwar ê li hember gelê me, nîşaneya şerê li hember Rêber Apo tê meşandin e. Lewma ji bo bidawîkirina şerê li hember Rêber Apo tê meşandin pêwîst e mirov li hember şerê li dijî gelê me tê meşandin derkeve; Ji bo bidawîkirina şerê li hember gelê me pêwîst e mirov li hember şerê li dijî Rêber Apo tê meşandin derkeve, dest bi berxwedanê bê kirin. Êdî ne mimkun e mirov li hemberî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo tê pêkanîn û şerê tê meşandin tehemûl bike. Weke me her tim got: ‘Nêzîkatiya li hember Rêber Apo’ sedema me ya şer û aştiyê ye.’ Ji ber vê yekê divê gelê me li dijî vê polîtîkaya li hemberî Rêber Apo tê birêvebirin tavilê rabe ser piyan û nîşanî tevahiya cîhanê bide ku ev polîtîkaya li dijî Rêber Apo nayê qebûlkirin."
‘HIKÛMETA AKP’Ê ŞER ZÊDETIR KIRIYE’
KCK’ê got: “Hikûmeta AKP’ê wek me berê jî anîbû ziman, şîdeta şer hê zêdetir kiriye. Ahmet Davûtoglû bi xwe îlan kir ku wê zivistanê jî şer bidome. Lewma niha hem li hember gel hem jî gerîla li her derê şer dimeşîne. Her roj li çend bajar û navçeyan, ciwan, zarok û jinên Kurd tên qetilkirin. Li Tirkiyeyê qetilkirina Kurdan kirine rewşeke asayî. Jixwe beraeta kesên kujer jî bûye talîmata qetilkirina Kurdan.
Pêkanînên AKP’ê yên faşîst, êrîş û komkujiyên salên 1990’î jî, 12’ê Îlonê jî derbas kiriye. Çîller, Dogan Gureş bi hêzên îllegal, bi hêzên kontra gel qetil dikirin, hikûmeta AKP’ê bê ku rûyê xwe veşêre, êrîşên xwe yên faşîst bi polîs û leşkerên xwe yên fermî pêk tîne. Ne 12’ê Îlonê ne jî salên 1990’î bajar ewqasî neketibûn bin tecrîdeke giran; ne jî bi çekên giran û topan rastî êrîşan hatine. Li ti deverê cîhanê, gel di vê astê de bi rojan bê av û bê xwarin nehatiye hiştin û bi êrîşên giran re rû bi rû nehatiye.”
‘PÊWÎST E GELÊ ME JI QETILKIRINA MIROVÊN ME RE BÊJIN BES E’
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku Tirkiye polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê pêk tîne dimeşîne. KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev gotin: “Îsraîl dibêje ku operasyonan li hember hêzên çekdarî pêk tînin, li Kurdistanê li hember mirovên tenê taxên xwe diparêzin, li hember girtin û êrîşên polîsan, kesên bi dirûşm, dengê beroşan an jî bi keviran parastinê dikin tên qetilkirin. Ev êrîşên li hember ciwan û gelê ku dibêje em ê xwe bi xwe rê ve bibin, bi temamî êrîşeke faşîst-mêtinger a qirkirina çandî ye.
Li hember van êrîşên li her derê li ser gelê me, pêwîst e li her gundê Kurdistanê, taxên wê, navçe û bajaran, gelê me rabe ser piyan û ji kuştinên her roj ên bê ku bêjin ciwan, zarok, jin, pîr- ciwan guhdar dikin pêk tînin re bibêjin bes e. Ji bo çi ciwan tên kuştin? Ji bo sivîl tên kuştin? Ev kuştina tevahî Kurdan, tevahî hêzên demokrasiyê ye. Bila gelê Kurd û hêzên demokrasiyê baş bibînin, êrîşên li hember Farqînê û cihên din êrîşên li hember wan bi xwe ye. Li hember van êrîşan bêdengî, li hember pelçiqandin û kuştina gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bêdengmayîn e.”
BERXWEDANA RUHÊ 14’Ê TIRMEHÊ PÊWÎST E
KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîd û zextên giran de dihêle, bajarên Kurdan dorpêç dike, zilmek mezin li gel dike û wiha berdewam kir: “Êdî êrîşên li hember Rêber Apo, li hember Tevgera me hatiye astek ku tehemûlan derbas dike. Ev êrîş li hember jiyana demokratîk û azad a gelê me pêk tên. Ji ber vê jî em bang li gelê xwe û tevahî hêzên demokratîk dikin ku li hember van êrîşên li ser gelê me û Rêber Apo li her derê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Şert çi dibin bila bibin, roj wek berxwedana zîndana Amedê bi ruhê 14’ê Tirmehê ve roja berxwedanê ye.”