Gelên li Rojava rojnameya Agos derewandin
Suryanî, Ermenî û Ereban, nûçeyên rojnameya Agosê, ku îdîa dikir li Hesekê malên Asûrî-Suryanî û Ermeniyan hatine desteserkirin û perwerdeya bi zorê li ser wan tê ferzkirin, derewandin.
Suryanî, Ermenî û Ereban, nûçeyên rojnameya Agosê, ku îdîa dikir li Hesekê malên Asûrî-Suryanî û Ermeniyan hatine desteserkirin û perwerdeya bi zorê li ser wan tê ferzkirin, derewandin.
Suryanî, Ermenî û Ereban, nûçeyên rojnameya Agosê, ku îdîa dikir li Hesekê malên Asûrî-Suryanî û Ermeniyan hatine desteserkirin û perwerdeya bi zorê li ser wan tê ferzkirin, derewandin. Pêkhateyan gotin, "Lîstikên kesên dixwazin di navbera gelên Rojava de nakokî û şer derxînin, wê bi ser nekevin."
Endamê Parlamenta Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulhad Îbrahîm El Heno yê Suryanî, endamê Meclîsa Gel a Hesekê Salih Hecî Îsmaîl ê Ermenî û Abdulfettah Fatimê, îdîayên tên kirin ji ANF'ê re nirxandin.
'ÎDÎA NE RAST IN'
Parlamenterê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdulhad Îbrahîm El Heno yê Asûrî diyar kir ku şoreşa Rojava û rêveberiya xweseriya demokratîk berjewendiyên hemû gelan esas digire û destnîşan kir ku piştî hêzên YPG/YPJ'ê çete têk birin, gel rehet bûne. El Heno da xuyakirin ku îdîayên dibêjin 'Li Rojava bi taybetî li Hesekê, malên Suryanî-Asûrî û Ermeniyan hatine desteserkirin' ne rast in.
El Heno bal kişand ser pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li başûrê Hesekê û anî ziman ku heman piştî vê pêngavê, derxistina îdîayên bi vî rengî manîdar û bi zanebûn e. El Heno got, "Daxuyaniyên bi vî rengî ji aliyê hêzên derve ve tên kirin û serkêşiya van hêzan jî Erdogan dike."
El Heno ragihand ku ev polîtîkayên qirêt karê çeteyên DAIŞ'ê û hêzên destekê didin çeteyan e û got, "Li pişt tevahiya şerê li Rojava Erdogan heye. AKP û Erdogan ji destpêkê ve dixwaze Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û gelên din li hemberî hev bidin şerkirin û bi vî rengî têkoşîn û jiyana hevpar ji holê rakin. Gelên Rojava bi hev re vê xakê diparêzin. Bi daxuyaniyên bi vî rengî re dixwazin nakokiyan bixin navbera me û me parçe bikin. Lê wê ti carî bi ser nekevin. Ti qîmeteke van daxuyaniyên hêzên derve nîne. Kî bawer nake bila bên Rojava û Hesekê, bi xwe bibînin."
'YÊN KU EM JI DAIŞ'Ê RIZGAR KIRIN YPG/YPJ NE'
El Heno da xuyakirin ku her mirov xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û got, "Gelên Rojava mîna berxwedana li hemberî êrîşan, di pêvajoya ji nû ve avakirinê de jî destekê didin hev, hev diparêzin. Hemû saziyên li vê derê dixebitin, ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên gel in. Yên ku van îdîayan diavêjin naverastê, divê zanibin ku yên ev xak ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine YPG û YPJ ne. Niha jî tevgera Kurd wê Şengal, Şedadê, Hol û herêmên din ji DAIŞ'ê rizgar bike. Li ser vê bingehê ez ji YPG/YPJ'ê re serketinê dixwazim."
El Heno got, "Em baş dizanin û şahidên zindî ne ku li Hesekê gelên Ereb, Suryanî-Asûsrî û Ermenî bi çi rengî ji aliyê YPG'ê ve hatine rizgarkirin û tên parastin" destnîşan kir ku rewşa demokratîk a li Rojava bi xweşiya Erdogan naçe, lewma daxuyaniyên bi vî rengî dide kirin. El Heno got, "Mîna hemû mafan, em bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe dibînin. Zimanê me yê ku ji aliyê desthilatdariyê ve bi salan hat qedexekirin, di demeke bi vî rengî de ket destê me. Em deyndarê Tevgera Kurd û Kurdan e. Her wiha felsefeya Rêber Apo ji Dêrikê heta Kobanê felsefeya jiyaneke demokratîk e. Nêrînên wî garantiya me ya jiyanê ye."
'DESTKETIYÊN DEMOKRATÎK ÊN ROJAVA MALÊ HEVPAR Ê HEMÛ GELAN E'
Salih Hecî Îsmaîl ê Ermenî jî got, "Ez bi xwe Ermeniyek im û îdîayên tên kirin qebûl nakim. Mal û milkên me li cihê xwe ne. Kesî dest nedaye mal û milkên me. Li hemberî me ti zordarî nehatiye kirin. Bi taybetî ji aliyê Kurdan ve ti zext û zordarî nehatiye kirin."
Îsmaîl anî ziman ku ew di nava sîstemeke demokratîk de cih digirin, biryarên li ser rewşên civakî jî komun û meclîs digirn û got, "Navê bavê min Ervend Karpîsyan e. Xizmên min li Ermenîstanê ne. Dema çeteyan êrîşî Hesekê kirin, YPG û YPJ'ê em ji zilma çeteyan rizgar kirin. Li vê derê, zilmek li Ermeniyan tê kirin nîne. Ne Ermenî, ne Êzidî, ne jî gelên Suryanî rastî ti zilm û zextê nayên. Malên me, kargehên me, rewşa me baş e, kêfa me li cih e."
'HER KES BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDEYA XWE DIBÎNIN'
Îsmaîl ragihand ku kesî zexta terikandina cih û warên xwe li wan nekirine û got, "Kesî ji me re negotiye ku bi zimanê xwe yê dayikê neaxive. Li Rojava derfet hatiye afirandin ku hemû gel bi zimanên xwe yên dayikê perwerdeyê bibînin. Mafê her gelî heye zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bike. Mafê Kurdan jî heye bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bikin. Bila ti kes vê rewşê bi awayekî cuda bi kar neyne. Ermenî jî wê bi zimanê xwe yê dayikê, Sûryanî jî, Kurd jî Ereb jî wê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, binivîsînin. Divê her kes ji vê kêfxweş be."
RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK BI AWAYEKÎ SERKETÎ DEWAM DIKE!
Endamê TEV-DEM'ê Abdulfettah Fatimê jî got, "Ji sedî heftê yê xebatên me bi awayekî baş bi cih tên. Li Rojava gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Êzidî, Çeçen di nava rêveberiyeke hevpar de bi awayekî ewle dijîn."
Fatimê axaftina xwe wiha dewam kir: "Hemû gelên di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de cih digirin, li Rojava rastî ti cihêkariyê nayên. Hînê qanûn tên danîn. Lê belê dikarim vê yekê bi awayekî hêsanî bilêv bikim; li Hesekê û tevahiya Rojava, xebatên rêveberiya xweseriya demokratîk bi awayekî serketî dimeşe."