Artêşa Tirk li sînorê Efrînê leşkeran kom dike

Artêşa Tirk mayînan li sînorê di navber gundê Sorka yê Efrînê û gundê Xerab Camûs ê Bakurê Kurdistanê de, bi cih dike û hêzên xwe sewqî herêmên sînor dike.

Artêşa Tirk mayînan li sînorê di navber gundê Sorka yê Efrînê û gundê Xerab Camûs ê Bakurê Kurdistanê de, bi cih dike.

Artêşa Tirk çandina mayînan li ser sînorê Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê didomîne. Li gorî agahiyên ku ji welatiyên Deşta Şadiya yê navçeya Raco ya Kantona Efrînê hatine wergirtin, artêşa Tirk ev du roj in li sînorê gundê Sorka yê navçeyê, dest bi çandina mayînan kiriye.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Î.F. ku bi xwe ji gundê Sorka ye, cotkar e, pez xwedî dike û her wiha zeviyên wî yên li nêzî sînor hene diyar kir ku wî bi çavên xwe dîtiye leşkerên Tirk mayînan li nava zeviyên li nêzî sînor bi cih dikin û got ku leşkeran jê re gotine ti û pezê xwe nêzî sînor nebin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyek taybet ji gundê Xerab Camûs ê girêdayî navçeya Qerexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ANHA’yê re ragihand ku artêşa Tirk hêzên xwe sewqî herêmên sînor dike û her wiha bicihkirina mayînan li sînorê Kantona Efrînê didomîne. Her wiha li sînorê navçeya Cindirêsê jî dîwar ava dike.