Polîs li Farqînê belavkirina nan asteng dikin

Li Farqîna ku êrîşên polîsan zêde bûye, li taxên ku av û elektrîk tineye gel di warê zad de pirsgirêkên cidî dijîn. 7 hezar nanê ku wê ji gel re hatiba belavkirin jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Li Farqîna ku êrîşên polîsan zêde bûye, li taxên ku av û elektrîk tineye gel di warê zad de pirsgirêkên cidî dijîn. Komeleya Keyayên Farqînê ji bo gel nan da çêkirin lê ev 7 hezar nanê ku wê ji gel re bê belavkirin jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li Farqîna ku ji taxan dû bilind dibe jî berxwedana gel didome.

Li navçeya Farqînê ya Amedê ev 5 roj in li taxên Konak, Mescît û Tekelê êrîşa polîsan û qedexe didome ji ber vê yekê bi hezaran welatî di bin xetereya qetlîamê de ne. Gel tevî tehdîda qetlîamê jî berxwedana xwe bi biryar didomîne. Polîs li taxên ku av û elektrîk tineye nahêlin nan jî bê belavkirin. Li taxên ku qedexe didome tîmên taybet ên rastî berxwedana gel hatin nikarin bikevin taxan û li navçeyê înternet û GSM nakişînin. Bi taxan re têkilî tineye û li aliyê din agahiyên wekî ji ber êrîşa tîmên taybet gelek mal şewitîne tên.

Li aliyê din, gel li taxan pêdiviyên xwe yên bingehîn nikarin bicih bînin û zehmetiyan dikişînin. Serokê Komeleya Keyayên Farqînê Murat Atey ji bo taxên qedexe heye 7 hezar nan da çêkirin lê ev yek ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve hate astengkirin û nehiştin nan li welatiyan bê belavkirin. Welatiyên ku taxan dijîn jî diyar kirin ku ewlehiya canê wan tineye û malên ku zerar nedîtine nemane, dengên çekan tê û li taxan dûman bilind dibe.

3 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Di encama êrîşên tîmên taybet de li taxên Tekel, Konak û Mescîtê hate hinbûn ku 3 sivîl birîndar bûne û navê yekî ji wan hate zanîn Bahar Tuncer e, navê her du birîndaran nehat zanîn.

Li aliyê din hate diyarkirin ku li qada tê gotin Kaniya Zazo teqîn pêk hat û 3 wesayîtên zirxî û kobra zerar dîtine û di teqînê de herî kêm 7 polîs jî birîndar bûne. Ji bilî vê yekê jî 2 kepçeyên DSÎ'yê ku ji aliyê polîsan ve ji bo xendekan hatiye şandin jî hatiye şewitandin. Di bûyeran de 2 polîs jî mirine.

Navên kesên ku hatin binçavkirin ev in:

Li Farqînê di êrîşa polîsan de ji 23 kesên hatine binçavkirin navê 20 kesan ku zelal bûne ev in: "Hasan Zeydîn (22), Recep Berat OGurtan (19), Rohat Yayan (22), Şeyhmus Satar (40), Mehmet Metîn (20), Denîz Yilar (28), Denîz Fîdan (31), Şaban Fîdan (21), Fesîh Yaman (25), Mehmet Magaç (27), Fuat Kaydu (28), Gaffar Okan Terîm (14), Ercan Olçer (17), Îzzettîn Yilar (42), Firat Solmaz (17), Berat Ekîcî (14), Omer Sever (20), Yaşar Kurt (28), Mehmet Faîk Tekreç (25) û Omer Demîrkiran (20).