Polîsan li Farqînê jinek birîndar kirin
Li navçeya Farqîn a Amedê li hember gel êrîşên leşker, polîs û tîmên taybet didomin. Li Taxa Tekel di encama êrîşa li hember malekê de jinek bi navê Mûkaddes Arbag birîndar bû.

Li hember taxên Tekel, Mescît û Konak êrîşên leşker, polîs û tîmên taybet bi çekên giran didomin, li Taxa Tekel ku qedexe lê didome, li hember malekê êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de Mûkaddes Arbag (33) birîndar bû. Welatiyan Arbag a dayika 5 zarokan e ji Taxa Tekel rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.
Piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê mûdaxeleya yekemîn hat kirin, Arbag sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin.