Rêya Hol-Hesekê ket bin kontrola hêzên HSD'ê

Hêzên HSD'ê rêya Hesekê-Holê xistin bin kontrola xwe û xwe gihandin gundê Dawidiyê.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêya Hesekê-Holê xistin bin kontrola xwe û xwe gihandin gundê Dawidiyê.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şervanên HSD'ê rêya di anvbera Hesekê-Holê xistin bin kontrola xwe û ber bi zîndana ragirtina zarokan Ehdas a li başûrê Çemê Xabûrê ve bi pêş de diçin.

Hêzên HSD'ê yên xwe gihandin gundê Dawidiyê, gundikek ji çeteyan paqij kirin. Der barê şerê li herêmê de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.

Li aliyê din, hêzên HSD'ê yên rêya navbera Hesekê û Holê kontrol kirin, rêya di navbera gundikên Ekla û Soran ên li başûrrojhilatê Hesekê jî xistin bin kontrola xwe û bi vî rengî rêgeha çeteyan girtin.