Li Rihayê îtîraza HDP’ê ya sindoqan hat redkirin
HDP’ê bi sedema di hin sindoqên Rihayê bê usûlî hatiye kirin îtîraz kiribû, hat redkirin.
HDP’ê bi sedema di hin sindoqên Rihayê bê usûlî hatiye kirin îtîraz kiribû, hat redkirin.
HDP’ê bi sedema di hin sindoqên Rihayê bê usûlî hatiye kirin îtîraz kiribû, hat redkirin.
Li Riha û 13 navçeyên wê jimartina dengên 976 hezar û 961 hilbijêrên di 1’ê Mijdarê de di 3 hezar û 419 sindoqan de hatibû bikaranîn temam bû. Li gor encamên ne fermî tevlîbûn ji sedî 83.97 e, ji 820 hezar û 385 dengan, 800 hezar û 169 deng derbasdar hatin hesibandin.
Li ser îtîraza HDP’ê, jimartina hin sindoqan hat nûkirin, ti bandora li encamê bike derneket holê. Her wiha HDP’ê ji bo bikaranîna dengên blok ên li herêmên bejahî jî îtîraz kir, bi hinceta ti bê usûltî tê de tineye, ji aliyê desteyên hilbijartinan ve hat redkirin.